Galeriya wêneyan

03-06-2021
19 Photos
Bilind T. Abdullah

Mûsil (Rûdaw) – Kesekî Ereb ê ji bajarê Mûsilê ku niha li Hewlêrê dijî, mala xwe kiriye muzexane û pênc hezar kelûpelên kulturî û dîrokî yên pêkhateyên Mûsilê têde kom kirine, ala Kurdistanê û cilûbergên Kurdî jî di muzexaneya xwe de danîne.

Her kesek ku serdana mala wî dike, wêneyeke bîranînê li wir digire û di deftera muzexaneyê de roja serdanê dinivîse û îmze dike.

Fexrî Silêman Eltaî 57 salî niştecihê taxa Igêdat li aliyê rastê bajarê Mûsilê ye, pêştir di nav arefên artêşa Iraqê de efser bûye û ji sala 2003an ve malnişîn bûye. Fexrî Silêman Eltaî ji Rûdawê re ragihand, bi salan e wî temenê xwe ji bo xizmetkirina bajêr terxan kiriye.

Eltaî diyar kir, zêdetir ji pênc hezar kelûpel û keresteyên cor bi cor û dîrokî yên bajêr di mala xwe de kom kirine ku dîroka hinek ji wan vedigere bo beriya 140 salan.

Eltaî amaje bi wê yekê jî kir, “di 2018 de piştî vegeriyam Mûsilê, tevî ewlehî hebû, lê min bajarekî dîrokî yê kavil dît, lewra min biryar da weke xizmetekê ji bo bajarê xwe, beşek ji dîroka vî bajarî biparêzim û bi buhayê 50 milyon dînarê Iraqî min ew kelûpel kirrîn û li cem xwe diparêzim û ew ne ji bo firotinê ne.”

Fexrî Silêman Eltaî destnîşan kir, ti kesî alîkariya wî nekiriye, lê hejmarek kesan hin kelûpelên degmen jê re wek diyarî anîne daku li cem xwe biparêze.

Eltaî dibêje, ew ti cudahiyê di navbera pêkhateyan de nake û tekez dike: “Ji bo min tevahiya pêkhateyan wek hev in, çi Ereb an Kurd an Tirkmen yan her pêkhateyekî din û cudahiyê di navbera wan de nakim û ez ji hemûyan hez dikim, çimku ew ji pêkhateyên bajarê min in.”

Ew niştecihê Mûsilê ku niha li Hewlêrê dijî, dibêje, du armancên wî hene, yekem ev e ku dîroka bajarê xwe û mîrat û kultura bav û bapîran bi nifşê nû bide nasîn û ya duyem peyamek e bo hikûmeta navendî û xwecihî ya bajêr, ku niha ti cihekî wisa (muzexane) li bajarê Mûsilê nemaye û pêwîst awirekî lê bidin.

Fexrî Silêman Eltaî herwiha got: “Her tişt li cem min hezkirî ye, rojek cilûbergên Kurdî, rojekê cilûbergên Erebî û rojekê cilûbergên Krîstiyanan li xwe dikim.”

Eltaî kontrola Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, li gel malbata xwe ji bajar derket û piştî rizgarkirina bajêr dema vegeriya, dît ku mala wî hatiye talankirin. Bi gotina wî, ji bo avakirina muzexaneyê, wî otomobîla xwe û zêrên hevjîna xwe firotine.

Ew dibêje, “eger hikûmet muzezaneyekê veke, ez dê hemû kelûpelên xwe pêşkêş bikim.”