Operasyona kontrolkirina Felûce destpê kir

03-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Felûcê (Rûdaw) - Sibeha îro operasiyona kontrolkirina Felûce destpê kir.

Li gorî jêderên ewlekariyê yên li Iraqê, sibeha îro operasyona hevbeş a hêzên Iraqî û balafirên hevpeymanan bo kontrolkirina Felûce li parêzgeha Enbarê dest pê kir.

Dorpêçkirina wê deverê ji aliyê hêzên Iraqî ve piştî wê yekê tê ku roja 2ê mehê, hêzên Iraqî karîbûn dorpêça li ser bajarokên Hedîse, Bexdadî û bingeha Eyn Esed li Enbarê bişkînin.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê operasyona rizgarkirina Feluce paş xistibû, di demekî de ku nafçeyên derdora wê kontrol kirine ji bo ku gihîştina alîkariyan bi DAIŞê re qut bike.

DAIŞ dema sal û nîvekê bû ku tevahiya rêkên derdora Felûce kontrol kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst