Barhilgirekê da ser zarokên dibistanê: 6 mirî û 14 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajerê Besrayê yê Îraqê barhilgereke li xwendekarên ji rê re derbas dibûn xist û di encamê de 6 zarok mirin û 14 zarok jî birîndar bû.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarê Besrayê ajokarekî bi barhilgira xwe da ser zarokên dibistanê yên ji rê re derbas dibûn.

Di encama qezayê de 6 zarok mirin û 14 zarok jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku şofêr hat desteserkirin.

Li Besrayê şîn hat îlankirin

Ji aliyê din ve, Parêzgarê Besrayê Esad Îdanî li bajêr 3 roj şîn îlan kir.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo ku sedema qezayê derx'ن holê, xwest xebat bên destpêkirin.

Serokomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd jî ji bo ku hûrgiliyên bûyerê bizane nûnerekî taybet şand Besrayê.