Hadî Amirî bo Balyozê Brîtanyayê: Hûn destwerdanê dikin

03-04-2022
RÛDAW
Nîşan Hadî Amirî Balyozê Brîtanyayê Çarçoveya Hevahengî Muqteda Sedir Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ku beşek ji Çarçoveya Hevahengiyê ye, ji Balyozê Brîtanyayê li Iraqê re got, "me agahî ji dezgehên îstixbaratî yên biyanî wergirtine ku tekez dikin destwerdana we ya domdar di rewşa siyasî ya Iraqê de heye."

Roja Şemiya 2ê Nîsana 2022an, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li nivîsgeha xwe ya Bexdayê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Mark Barison Richardson kir.

Li gor daxuyaniya ofîsa Hadî Amirî, di civînî de amaje bi wê hatiye kirin ku proseya siyasî li Iraqê ji sala 2003an vir ve li ser sê prensîpên serekî hatiye avakirin ku ew jî “lihevkirin, hevkarî û hevsengî” ye.

Di daxuyaniyê de hatiye, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî di civînê de ji Balyozê Brîtanyayê re daye zanîn ku “aramiya Iraqê tê wateya aramiya herêmê û pêwîst e her kes ji bo aramiya herêmê ji aliyê siyasî ve li çareseriyan bigere.”

Her li gor daxuyaniyê, Hadî Amirî diyar kir, ew ê di çarçoveya hevrêziyê de hewl bidin ku hevsengiyeke Şîayan saz bikin, “ev jî wê bibe sedema hevsengiya Kurdan ku dawî li parçebûna ku di nav mala Kurdan de heye bîne.”

Hadî Amirî di beşeke din a civînê de rexne li rola Brîtanyayê ya li Iraqê girtin û ji Balyozê Brîtanyayê re gotiye, “me agahî ji dezgehên îstixbaratî yên biyanî wergirtine ku tekez dikin destwerdana we ya domdar di rewşa siyasî ya Iraqê de heye."

Brîtanya hewl dide têkiliyên kûr ên dualî bi Iraqê re pêş bixe

Di daxuyaniya ofîsa Amirî de hatiye ragihandin, Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê jî di civînê de anî ziman ku “Brîtanya hewl dide têkiliyên kûr ên dualî bi Iraqê re pêş bixe û piştgiriyê bide ku di vê qonaxê de ji bo me girîng e.”

Ev civîn û daxuyaniya Hadî Amirî di demekê de ye ku roja 10ê Cotmeha sala borî, ji bo xula pêncem a parlamentoya Iraqê hilbijartin hatibûn kirin. Lê ji wê demê ve ji bilî serokatiya parlamentoyê, ne hikûmet hatiye damezrandin û ne jî serokomar hatiye hilbijartin û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmetê berdewam in.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, li gel hevpeymanên xwe li ser pêkanîna hikûmeta piraniya niştimanî rijd e, lê heta niha li gel Çarçoveya Hevahengî ku ji 6 partiyên Şîe pêk tê, lihevkirinek çênebûye.

Civînên bo hilbijartina serokomar

Ji bo hilbijartina Serokomar, parlamentoya Iraqê rojên 26 û 30ê Adarê civîn pêk anîn. Di rûniştina yekem a parlamentoyê de 202 parlementer beşdar bûn, lê 126 parlementerên Çarçoveya Hevahengiya Şîe û pêkhateyên din ên Sunne û Kurdistanî boykot kirin. Di civîna roja 30ê Adarê de jî 176 parlamenter amade bûn û hilbijartina serokomar careke din hat paşxistin.

Ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlementeran pêwîst e du li ser sê ango 220 parlementer di rûniştinê de amade bibin.

Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ku ji Tevgera Sedir, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Serweriya Sunneyan pêk tê û hin kesên serbixwe û baskên din di rûniştinê de amade bûn.

Berbijêrên Serokomariyê

Ji bo posta Serokomarê Iraqê, 40 berbijêr hene, lê yên herî diyar, berbijêrên PDK û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne. Her du partiyên Kurdistanê, bi berbijêrên cuda çûne Bexdayê.

Rêber Ehmed berbijêrê PDKê ye, ku di dema pêkanîna Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanî de weke berbijêrê wê hevpeymaniyê hate ragihandin.

Serokomarê niha yê Iraqê Berhem Salih jî, berbijêrê YNKê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst