Nucêfî: Nabe bûdceya Iraqê bêyî kurd were pesendkirin

03-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî, diyar kir kurd beşekî serekî ji gelê Iraqê ye û nabe were piştguhxistin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Osame Nucêfî, îro di civîneke rojnamevanî de li avahiya parlamentoyê ragihand, divê aliyên siyasî li ser bûdceya welêt li hev bikin û nabe bûdce bi hêza “dengê piranî” were pesendkirin.

Osame Nucêfî, anî ziman ku kurd beşek serekî ji gelê Iraqê ye û divê hurmerta kurd were girtin û piştguhxistina kurd xetayek kujek e û nabe were encamdan.

Nucêfî destnîşan kir ku birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê rewş alozitr kiriye.

Serokê parlamentoyê ji endamên parlamentoyê xwest, beşdarî civînên parlamentoyê bibin û heta bûdce neyê pesendkirin nabe ti endamek daxwaza mohletê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst