Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Xezîneyê Amerîkayê civiyan: Dolar li hember dînar bi lez daket
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ragihandina civîna îro ya di navbera Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya li Stenbolê, dînarê Iraqê li hember dolar bilind bû.
Şanda Banka Navendî ya Iraqê bi serokatiya Elî Mohsên Îsmaîl îro Înê li Tirkiyê bi Cîgirê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Brian Nielsen û şanda pê re civiya.
Piştî civînê Banka Navendî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de ji bo bidestxistina aramiyê di pevguhertina dirav li Iraqê û mekanîzmayên pêwendiyê hat gotûbêjkirin.
Piştî vê daxuyaniyê dînarê Îraqî li hember dolarê Amerîkî bilind bû û di demeke kurt de 100 dolar gihîşte 163 hezar dînaran ku roja Pêncşemê 100 dolar bi 175 hezar dînaran bû.
Berdevkê Bazara Dolar a Silêmaniyê Cebar Goran di demjimêr 22:45an de ji Rûdawê re ragihand, nirxê dolarê Amerîkî li hember dînarê Iraqê bû 164 hezar dînar bo 100 dolarê Amerîkî.
Li Hewlêrê ji ber bihabûna nirxê dînarî li hember dolar xelk li ber ofîsên pevguhertina pereyan kom bûne.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 3, 2023
📸 Dilniya Rehman - Rûdaw pic.twitter.com/Mx1sELw2ew
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse