Encûmena Wezîran a Îraqê: Divê heta 6 mehan hemû kampên koçberan bên girtin

03-01-2024
Nîşan Encûmena Wezîran a Îraqê Koçber Kamp Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Îraqê biryar da ku hemû kampên koçberan heta dawiya hezîranê bên girtin.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, biryarên civîna doh a Encûmena Wezîran a Îraqê bi daxuyaniyekê belav kirin.

Li gorî vê daxuyaniyê, Encûmena Wezîran biryar daye ku hemû kampên koçberan heta 30ê Hezîranê werin girtin

Herwiha divê ji bo bicihkirina vê biryarê lijneyek were amadekirin ku Herêma Kurdistanê tê de cih bigire.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê da zanîn ku di vê civînê de rewşa giştî ya Îraqê hatiye nirxandin û li ser hinek dosyayên taybet biryar hatine dayîn.

Li gorî biryara Encûmena Wezîran, divê pêdiviyên koçberên ku vegeriyane cihên xwe werin dabînkirin.

Dîsa divê hemû kampên koçberan heta 30ê Hezîrana 2024an werin girtin û koçber vegerin cihên xwe yên berê.

Encûmena Wezîran a Îraqê destnîşan kir, dê lijneyeke ku ji Wezareta Koç û Koçberan, Wezareta Perwedeyê, Wezareta Tenduristiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê karê girtina van kampan bişopîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst