Hizbullaha Iraqê: Em nakevin Balyozxaneya Amerîkayê

03-01-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Hizbullaha Iraqê Qasim Sulêymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbullaha Iraqê di salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî de ku di 3ê Çileya 202an de ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin, diyar kir ku ti neyeteke wan tine ku bikevin Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, herwiha plana wan rûxandina hikûmetê li xwe nagire.

Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hisên El-Himedavî di daxuyaniyeke nivîskî de amaje bi kombûna li qada Tehrîr a Bexdayê kiriye û daye xuyakirin: “Amadebûna me li qada Tehrîrê, sozdan e bi Xwedê û pêxember û bawermendên berevaniyê, herwiha peyama lezkirina tolhildanê ye, çimku hêj jî xwîna me dikele, lê îro em derbasî nav balyozxaneya xirabiyê nabin û em hikûmetê jî narûxînin. Hêj jî wextê me heye. ”

Ebû Hisên El-Himedavî got: “Çeka (Hêza) me di dîrokê de ji hemû artêş û saziyên leşkerî bêtir birêxistinkirî ye, û herî rewa û lojîkî ye û bi îzna Xwedê dê her dem di destê me de be, û em dê destûrê nedin ti kesî destwerdanê di vê çekê de bike ku wê, ax û xwîn û rûmet parastiye.”

El-Himedavî tekez jî dike: “Em sozê ji serkirdeyên serkeftinê re dubare dikin, ku em dê li ser rêya wan bimînin, bi quweta Xwedê jî em dê bi hezaran Sulêymanî û Ebû Mehdiyan bibînin, paşeroj jî ji bo xwedêperestan e.”

Li aliyê din hêzên ewlekariyê yên Iraqê îro di saêvegera kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis de li derdora hemû balyozxane, saziyên emnî û leşkerî yên li Bexdayê tedbîren ewlehîiyê yên berfireh wergirtin.

Serokê rêxsitina Esaîb Ehlil Haq, Qeys Xezelî û Serokê Rêxistina Bedir, Hadî El-Amirî ku du hêzên şîe yên di bin sîwana Heşda Şeibî de û nêzikî Îranê ne, ji ber salvegera kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis banga xwepêşandanê kiribûn.

Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî El-Muhendis di 3ê Çileya 2020an de ji aliyê Amerîkayê ve di êrişeke firokeyên bêfirokevan de li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst