Ebdulmehdî: Kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis karekî dijminkarî ye

03-01-2020
RÛDAW
Nîşan Iraq Adil Ebdulmehdî Qasim Sulêymanî Ebû Mehdî Muhendis Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê, Adil Ebdulmehdî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis wek “karekî dijminkarî” bi nav kir û daxwaza civîneke bilez û awarte ya parlamentoyê kir.

Adil Ebdulmehdî li ser kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis daxuyaniyek belav kir.

Ebdulmehdî kuştina wan herdu kesan bi tundî şermezar dike û dibêje, Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis, “mînakên berxwedan û serkeftinê bûn di şerê li dijî DAIŞê de.”

Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê diyar dike: “Ev karekî dijminkarî ye û li dijî serweriya Iraqê ye. Ev êrîşa Amerîkayê binpêkirina vê rêkeftinê ye ku rê bi hebûna hêzên Amerîka li Iraqê daye.”

Ebdulmehdî herwiha daxwaza civîneke bilez û awarte ya parlamentoyê dike.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis sibehiya îro Înê 3 Çileya 2020 li Bexdayê hatin kuştin.

Pentagonê di daxuyaniyekê de têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî da xuyakirin, General Sulêymanî li ser fermana Donald Trump hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî di daxuyaniyeke kurt de ragihand: “Generalê serbilindê îslamê hecî Qasim Sulêymanî piştî temeneke dûr û dirêj ji cîhadê, îro sibehê di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de şehîd bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst