Bexda (Rûdaw) - Serokomarê nû yê Iraqê Berhem Ehmed Salih, Adil Ebdulmehdî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê erkdar kir.
Serokomarê nû yê Iraqê Berhem Ehmed Salih, Adil Ebdulmehdî ji bo pêkanîan hikuemta nû ya Iraqê erkdar kir ku divê di 30 rojan de hikûmeta nû ya Iraql pêkbîne.
Adil Ebdulmehdî kesekî serbixwe ye û weke kesatiyekî Şîe ji bo wergirtina posta serokwezîriya Iraqê hatiye raspartin.
Hevpeymaniya Sairun a bi serperiştiya Mukteda es Sadr, rêberê Şîe Elî Sîstanî û çemd aliyên Sunne û Kurdistanî jî ji serokwezîriya Iraqê piştevaniya, Adil Ebdulmehdî dikin.
Piştî sala 2003 ev yekem care Serokwezîr ne ji Partiya Deiwe be. Di 4 kabîneyan de hertim serokwezîr ji Partiya Deiwe bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse