Civîna parlamentoya Iraqê bo hilbijartina serokomar hat paşxistin

02-10-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokomarî Parlamentoya Iraqê Fuad Husên Berhem Salih Beşar Kîkî Mihemed Helbûsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû yê wî welatî, ku biryar bû îro demjimêr 13:00ê nîvro were lidarxistin, hat paşxistin.

 

Serokê parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî ragihand, civîna îro ya parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû bo demjimêr 8ê êvarê hat paşxistin.

 

Mihemed Helbûsî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twîterê de ragihand, civîna parlamentoyê y abo yekalîkirina posta serokomar bo demjimêr 20:00ê îşev hatiye paşxistin.

 

Parlemanterê Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê, Beşar Kîkî derbarê hewlên wan ên ji bo yekalîkirina berbijêrê Kurd ê bo posta serokomariya Iraqê de ji Rûdawê re axivî û got: “Kurdan tenê berbijêrek nîne, rikeberî tenê di navbera Dr. Fuad û Dr. Berhem de nîne, Dr. Letîf jî berbijêr e, cuda ji PDKê û YNKê berbijêrê din jî hene, em dê heta demên herî dawî jî hewla yekdengiya Kurdî bidin, bi piştgiriya peyama Serok Barzanî û peyama piştgiryê ya Hêro Xan a di vê derbarê de.”

 


Beşar Kîkî herwiha diyar kir: “Dîtina (helwesta) me weke Partiya Demokrata Kurdistanê ev e ku em naxwazin ji bo postekê yekdengiya Kurdî ji dest bidin, hevdem em di gotûbêjeke berdewam de ne, armanca me yekdengiya aliyên Kurdî ye, eger ew yekdengiya Kurdî çênebe, em her postekê werbigrin, ti qîmeta wê nabe.”

 

Parlamentoya Iraqê bi fermî belav kiriye, ku 24 kes ji 31 berbijêrên posta serokomariyê, mercên yasayî bo berbijêrbûnê hene û di nava wan de 8 berbijêrên Kurd jî hene.

 

Berbijêrên Kurd ên bo posta serokomariyê ji Dr. Fuad Husên, Dr. Berhem Salih, Dr. Letîf Reşîd, Serdar Ebdullah, Dr. Omer Berzincî, Sirwe Ebdulwahîd, Dr. Kemal Ezîz Qeytulî û Selîm Şoşkeyî pêk tên.

 

Li aliyekê din, duh Duşembî 1ê Cotmeha 2018ê Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li parlamentoya Iraqê di konfranseke rojnamevanî de li Bexdayê ragihand, ku Dr. Berhem Salih tekane berbijêrê wê partiyê bo wergirtina posta serokomariya Iraqê ye.

 

Rikeberiya herî bihêz bo wergirtina posta serokomariya Iraqê di navbera berbijêrê PDKê Fuad Husên û berbijêrê YNKê Berhem Salih de ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst