Ji rêxistina ku endamên xwe dike ‘qurbanî’ 47 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê 47 endamên rêxistina El-Alahhiyayê desteser kirin.

Saziya Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê desteserkirina 47 endamên rêxistina El-Alahhiyayê ku grûpeke olî ye û xwe wekî dilsozên Eliyê kurê Ebû Talib pênase dikin ragihand.

Endamên rêxistinê bi peşkavêtinê xwe ji Xwedê re dikin qurbanî.

Di daxuyaniya Saziya Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê de hat destnîşankirin ku li parêzgeha Musenayê ya Îraqê 20 endamên rêxistinê ku di nav wan da waîzê rêxistinê jî heye hatin desteserkirin.

Saziya Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê her wiha da zanîn:

“27 endamên din ên rêxistinê jî li parêzgehên Zîqar, Wasit û Meysanê hatin girtin.”

Tê çaverêkirin ku endamên rêxistinê li gorî madeya 372ya yasaya cezayê ya Îraqê ku li ser baweriyan e, werin girtin û 3 sal cezayê girtîgehê li wan werin birîn.

Berî niha jî Îraqê ragihandibû ku li parêzgeha Dîwaniyeyê serkirdeyê tevgereke tundrew ku tê gotin di Cejna Qurbanê de 2 endamên xwe wekî qurbanî kuştine hatiye girtin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsan a Dîwaniyeyê de hatibû gotin:

“Serkirdeyê El-Alahhiyeyê ya parêzgeha Zîqarê hat girtin.

Di lêpirsîna xwe de li xwe mikur hat ku wî ew 2 kes kuştine.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên hatine qetilkirin “wekî qurbaniyê Xwedê” hatine kuştin û ji heman tevgerê ne.

Tevgera El-Alahhiyeyê komeke Îslamî ya Şîe ye ku cara yekem sala 2020an li Zîqarê derketiye û li parêzgehên Dîwaniye, Besra û Meysanê belav bûye.