Nûnerê Sîstanî: Merciyê bilind ji bûyerên dawiyê xemgîn e û protesto dike

02-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerekî oldarê mezin ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî di behiya kuştiyên bûyerên çend rojên bihorî yên Bexdayê de got, Merciyê Bilind ji tiştên ku qewimîne dilgiran û nerazî ye û wan kiryarên nehêja protesto dike.

Roja Pêncşembê 1ê Îlona 2022an, şandeke Merceiyeta Bilind a Şîeyan a Iraqê li Necefê beşdarî di şîna (behiya) wan kuştiyan de kir ku di dawiya meha Tebaxê de li Bexdayê hatin kuştin.

Nûnerê Elî Sîstanî, Seyîd Hesen Nûrî ku serokatiya şandeyê dikir, amaje bi helwesta Sîstanî derbarê bûyerên li Bexdayê kiriye û gotiye, “Merciyê Bilind gelek xemgîn û nîgerane ji buyerên ku  qewimîn.”

Nûnerê Elî Sîstanî herwiha diyar kiriye, Merciyê Bilind nerazî ye û wan kiryarên nehêja protesto dike.

Di bûyerên 29 û 30ê Tebaxê de li Bexdayê ku di navbera alîgirên Muqteda Sedr û hêzên emnî û alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê de şer û pevçûn çêbûn, 30 kes hatin kuştin û 570 kes jî birîndar bûn.

Çi bibû?

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr roja Duşembê 29ê Tebaxa 2022an di peyamekê de ragihand, ku ew bi tevahî dest ji siyasetê berdide.

Piştî ragihandina peyamê, alîgirên Sedr yekser daketin kolanên Bexdayê û ber bi navçeya Kesk ve birêketin.

Xwepêşanderên alîgirên Sedr dîwarên betonî yên li dora navçeya Kesk derbas kirin û bi ser Koşka Komarî de girtin. Hêzên emnî yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşanderên alîgirên Sedr bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan kirin û di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Piştre di navbera alîgirên Sedr û komên alîgirên Îranê de li navçeya Kesk a Bexdayê de alozî û pevçûn derketin.

Her du aliyan ji şeva Duşembê ve heta roja Sêşembê piştî nîvro çekên giran û sivik li dijî hev bi kar anîn.

Di şer û pevçûnan de gelek kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne

Piştî zêdebûna aloziyan li navçeya Kesk a Bexdayê û zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran di pevçûnên li Bexdayê de, roja Sêşembî 30ê Tebaxa 2022an, Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di preskonferansekê de li Necefê bang li alîgirên xwe kir ku xwepêşandan û aloziyên li Bexdayê rawestînin û ji Herêma Kesk a Bexdayê vekişin.

Sedr herwiha dema saetekê ji bo vekişîna alîgirên xwe diyar kir û gef xwar, eger daxwaza wî neyê pêkanîn ew dê haşayê li xwepêşanderan bike.

Li ser bangewaziya Sed, alîgirên wî ji navçeya Kesk a Bexdayê vekişiyan û dawî li xwepêşandanên xwe û aloziyan anîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst