Aliyên siyasî yên Iraqî ji sextekariya di hilbijartina pêşwext de ditirsin

02-09-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Aliyên siyasî yên Iraqî li gel wê yekê ne, ku hilbijartina pêşwext a îsal di dema xwe ya diyarkirî de bê lidarxistin, lê tirsa ji sextekariyê di helbijartinan de, xala hevbeş a hemû aliyên siyasî yên Iraqî ye.

Komisyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, bi çendîn prose û rêyan hewl dide saxtekariyan kontrol bike û dê kartên bayometirî û elektrûnî û amûrên elektronî bo hejmartina dengan bi kar bîne, lê tevî wan rêkaran, hêj jî gomana aliyan heye li ser paqijiya encaman.

Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî dibêje, niha rewşa ewlehiyê li Iraqê ji salên berê baştir e û rewş guncav e ji bo lidarxistina hilbijartinan, lê divê welatî bên handan ku beşdariyê di hilbijartinan de bikin. Kazimî dibêje: “Hemû proseyên hilbijartinê yên ku li Iraqê birêveçûne di rewşeke aloztir a ji rewşa niha de birêveçûn. Yan ji bîra me çû? Li bîra we ye ku dema li vir hilbijartin birêvediçûn, li aliyekê mûşek û otomobîlên bombekirî diteqiyan? Niha rewş ji rewşa berê baştir e, pêwîstiya me bi vegerandina baweriyê û handana welatiyan bo beşdarîkirina hilbijartinan heye.”  

Tevî van gotinên Serokwezîrê Iraqê, metirsiya sextekariyê di hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê de, ku biryar e di 10ê cotmeha îsal de bi kartên zîrek, bayometrîk û amûrên elektronîk birêvebiçe, xala  hevbeş e di navbeara çendîn serkrideyên Şîe, Sunne û beşekê xelkê de.

Usame Nuceyfî, Serokê Partiya Lil Iraq Mutehidûn yek ji wan serkirdeyan e ku ji eger asextekariya di hilbijartinan de dilgiran e û dibêje: “Çend faktor hene ku hêj jî nehatine temamkirin. Em di wê bawerê de ne jî eger bi rêjeyeke zêde bên temamkirin, dibe ku hilbijartin serkeftî be. Bi rêjeyeke qebûlkirî û cihê razîbûna gel. Ez qala kontrolkirina çekên nekontrolkirî dikim, ligel karta zîrek ku pêwîst e bo pêknehatina sextekariyan di hilbijartinê bê bikaranîn. Herwiha çavdêriya navdewletî, ji ber ku misoger dike sextekarî di hilbijartinê de neyê kirin.”

Berî çend rojan jî Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Deiweya Îslamî, hevdem ligel serdana şandeke wê partiyê bi serokatiya Nurî malikî bo Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaz kirin, ku ji bo birêvûçûna hilbijartinan keşûhewayeke aram bê dabînkirin û dengên welatiyan ji sextekariyan bên parastin.

Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê ragihandiye: “Metirsiyên me yên ji ber sedemên sextekariyê bi dawî nehatine, ji ber wê jî  em heta niha ligel aliyên siyasî, Komîsyona Neteweyên Yekbûyî û Desteya Bilind a Emnî ya Hilbijartinan civînan dikin. Me berî çend rojan jî ligel birêz serowezîr civînek hebû. Me ji bo serxistina proseya hilbijartinê, li ser çend pirsgirêkên girîng jî gotûbêj kirin ku ji wan jî ya herî girîng metirsiya sextekariya elektronî ye.”

Metirsiyên ji rûdana sextekariyê di hilbijartina îsal a Iraqê, çavkaniya xwe zêdetir ji hilbijartina elektronî ya sala 2018ê digirin. Ji ber ku wê demê Komîsyona Hilbijartinan ragihand ku rêjeya beşdarîkirina dengderan, gihiştiye bêhtir ji sedî 44ê. Tevî ku beşeke zêde ya aliyên siyasî digotin, ew rêje negihiştiye bêhtir ji sedî 15ê û gelek sextekarî di wê hilbijartinê de hatine kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst