Mele Bextiyar: Kîjan alî projeyên me qebûl bikin em ê li gel wan rêbikevin

02-09-2018
RÛDAW
Nîşan YNK PDK Bexda
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê Mele Bextiyar got: “Kîjan aliyê iraqî zêdetir projeyên me qebûl bike em ê li gel wan rêbikevin, ev li cem me giring e.”

 

Şanda hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê li gel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm hevdîtin pêk anîn.

 

Piştî hevdîtinê Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê Mele Bextiyar di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Projeya me projeya doza gel e. Hemû alî agahdar in ku em bi projeyeke wiha hatine Bexdayê. Ji Roja 2ê Îlonê ve emê dest bi hevdîtinên xwe bikin.”

 

Li ser pirsa Rûdawê ya, “Gelo Kurd nêzîkî kîjan aliyê ne?” Mele Bextiyar diyar kir: “Hê jî diyar nîne ka di nava Şîeyan de kîjan alî bikare hevpeymaniya piranî pêk bîne. Lê kîjan aliyê iraqî zêdetir projeyên me qebûl bike em ê li gel wan rêbikevin, ev li cem me giring e.”

 

Derbarê pirsa Kerkûkê jî Mele Bextiyar anî ziman ku Kerkûk û cîbicîkirina Madeya 140 ji bo gihiştina rêkeftinê li cem Kurdan pîvaneke serekî ye.

 

Mele Bextiyar li ser mijara posta serokomariyê jî got: “Heta niha me ji ti aliyekê nebihîstiye ku bêjin postê serokomariyê nadin Kurdan. Sûnne û Şîe bi xweşhalî dibêjin postê serokomariyê para Kurdan e.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst