Emmar Hekîm ji bo kurdan: Pirsgirêk bi cihêbûnê çareser nabin

02-09-2017
Sîrwan Ebas
Nîşan Iraq Emmar Hekîm Giştpirsî Serxwebûn
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê Emmar Hekîm diyar kir, ku pêwendiyên wan ên li gel kurdan dîrokî ne û cihêbûna kurdan ji Iraqê pirsgirêkan çareser nake.

 

Emmar Hekîm di duyemîn roja Cejna Qurbanê de, di dema nimêja cejnê de gotarek pêşkeş kir û got: “Eger kurd wisa hizir dikin, ku bi cihêbûna Iraqê pirsgirêkên wan çareser dibe, ev ne di cîh de ye. Pigriêk biçûk bin an jî bi qasî welatekî mezin, erkê serkirdeyane wan çareser bikin. Aştî û aramiyê berqerar bikin.”

 

Hekîm diyar kir, ku pêwendiyên dîrokî di navbera wan û gelê kurd de hene û da xuyakirin, ku bi cihêbûnê pirsgirêkên kurdan çareser nabin.

 

Emmar Hekîm derbarê hilbijartinên paşerojê de da zanîn, ku tevgera wan dê projeya hikûmeta piralî amade bikin û got: “Em li ser serkeftina hilbijartinan hizir nakin. Ya ji bo me girin bidestxistina hezkirin û baweriya gel e.”

 

Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê amaje bi wê yekê kir, ku niha serdema sozan serve çûye û dem dema kirdar û pratîk e.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst