Wezîrê Elektrîkê: 3 xwekujan xwe di nava santralê de teqandin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand, ku 3 xwekujên DAIŞê xwe di binkeya dîzeliyata Samarayê xwe teqandine û di encamê de 6 karmendên vê santralê hatine kuştin.

 

Îro Şemî 02-09-2017, Wezareta Elektrîkê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îro danê sibê binkeya dîzeliyat a bajarê Samarayê rastê êrîşeke terorîstî hat. 4 terorîstên xwe kuş êrîşê santralê kirin.”

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku 3 xwekujan xwe gihandine nava santralê û xwe teqandine. Xwekujek jî ji aliyê hêzên ewlekariyê, berî xwe biteqîne hatiye kuştin.

 

Wezareta Elektrîkê ya Iraqê eşkere kir, ku di encama êrîşê de 6 karmendên vê santralê canê xwe ji dest dane.

 

Wezareta Elektrîkê tekez dike, ku niha rewş di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye.

 

Bajarê Samarayê yek ji bajarê mezin ê parêzgeha Selahadîn a Iraqê ye û 125 kîlometreyan ji paytext Bexdayê dûr e.