VÎDEO – Wezîr û emîrên DAIŞê di gundekê de hatine dorpêçkirin

Tilefer (Rûdaw) – Hêzên ewlekariya Iraqê tevahiya bajarê Mûsilê û Deşta Nînowa ji destê çekdarên DAIŞê derxistin. Tenê gundê Qeseb Raî ya ser bi bajarokê Eyaziye (Avgenî), di dest çekdaran de maye. Dora gund hatiye girtin. Tenê du rê li pêşiya berpirs û çekdarên DAIŞê maye. Yan dê xwe teslîm bikin an jî dê bimrin.

 

Li seranserê parêzgeha Nînowa, desthilata demkî ya xelîfetiya DAIŞê tenê di rûberê gundê Qeseb Raî de maye. Wezîr, emir, çekdar û dilsozên DAIŞê xwe di vê gundê de asê kirine. Lê ew çekdarên ku amade nabe xwe radest bike, nikare bi saxî li ber lûleyên tifingên pêşmergeyan rizgar bibe.

 

Hêzên Pêşmerge li derdora gund 2 çekdarên din ên DAIŞê kuştin.

 

Fermandarê pêşmerge Ehmed Herkî got: “Min ji wan re got, çek û cilên xwe daynin û werin xwe teslîm bikin. Lê wan gotin em qet teslîm nabin. Paşî bombeyek avêtine me. Me jî gulle li wan reşand û herdu jî mirin. Herdu jî kemera bi bombe li ser wan bû.”

 

Ew çekdar û endamên DAIŞê yên li gundê Qeseb Raî de asê mane, bi aramî narûnin. Bi berdewamî firokeyên Artêşa Iraqê û yên Hevpeymaniya Navdewletî cihên wan bombebaran dikin.

 

Ji aliyê din ve, kurdên êzidî jî heta çirka dawiyê li hêviyê ne, ku keç û jinên hatine revandin, werin rizgarkirin.

 

Keça kurda êzidî ya bi navê Zeyneb Ehmed, ku ji destê DAIŞê hate rizgarkirin, ji Rûdawê re got: “Dema DAIŞî hatine Şingalê bavê min kuştin. Bi tevê dayika min em tev de birin Tileferê. Li wire m zîndanî kirin. Paşî DAIŞiyan dayika min birine Mûsilê. Dema operasyonê dest pê kir, em ji Tileferê reviyan û hatine vê derê.”

 

Bi rizgarkirina gundê Qeseb Raî, xelîfetiya DAIŞê ya li Mûsilê jî bdiawî dibe. Bi vî awayî, li tevahiya Rojavayê Dîcleyê, sînorên Hêzên Pêşmerge yên li gel DAIŞê jî xilas dibe.