Fraksiyonên Kurdistanî dê sibê li ser bûdceya îsal a Iraqê bicivin

Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Iraqê dê li ser mijara bûdceya 2014an a Iraqê ku heta niha nehatiye pesendkirin, bicivin û helwesta xwe li hember vê arîşeyê eşkere bikin.

Hindik maye sala 2014an biqede lê heta niha bûdceya sala 2014an a Iraqê nehatiye pesendkirin.

Alîkarê duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed, ji Rûdawê re got ku nêrînên cuda li ser bûdceya îsal a Iraqê hene, hinek dibêjin bila bûdceya salên 2014an û 2015an bibin yek lê hinek jî dibêjin bila wek xwe bimîne.

Aram Şêx Mihemed li ser helwesta endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê li ser bûdceya Iraqê jî got, fraksiyonên Kurdistanî yên parlamentoyê dê sibê (3ê Tebaxê) li ser vê mijarê bicivin û dê helwesta xwe li ser vê yekê eşkere bikin.

Alîkarê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê her wiha diyar kir, hemû fraksiyonên kurd (YNK, PDK, Gorran, Komel û Yekgirtû) li ser vê yekê hevdeng in ku divê kurd bi yek nêrînê tevlî gotûbêjên bûdceyê bibe.