Li Diyale hêzên iraqî operasyonek li dijî DAIŞê destpê kirin

Diyale (Rûdaw) - Piştî zêdebûna liv û tevger û herwiha êrişên DAIŞê, hêzên ewlekarî yên Iraqê li parêzgeha Diyale dest bi operasyonekê ji bo jinavbirina şaneyên razayî yên wê rêxistinê kirine.

 

Fermandarên leşkerî li Diyale dibêjin, li gundên dûr, êrîşî DAIŞê dikin û navendên ku DAIŞê ji bo çalakiyên xwe bikar tîne jinav dibin.

 

Xelkê navçeyên Diyale jî alîkariyên hêzên emnî dikin û agahiyan derbarê cihê çekdarên DAIŞê didin hêzên emnî.


Cîgirê Fermandeyê Fewca Yek a Peya, Muqedem Sureyd Suheyl Hesen ji Rûdawê re got: “Hêzên emnî yên Iraqê li navçeya berpirsiyariya fewca yek ya lîwatê bejayî dest bi cîkirina erkên xwe li gindê Hewz, Mixîse, Kube û Çelebî kiriye, me roleke mezin li baxên derdorê de lîstiye, grûpên terorîst li wan gundan hebûn.”

 

Di operasyonê de karmendekî hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji aliyê nîşengirekî DAIŞê ve bi çeka qenas hate kuştin. Herwiha piştî topbarankirina gundê Mixîse û baxên wê û herwiha gundên derdorê, welatiyên deverê û çekdarên Heşda Eşîran, tevî hêzên ewlekariyê dest bi operasyona paqijkirina baxên deverê û jinavbirina çekdarên DAIŞê kirin.

 

Serbazê iraqî, Ehmed Xelîl dibêje: “Agahî di derbarê şaneyên razayî yên nav baxan hebû, lewma me operasyoneke leşkerî encam da, bombên çandî têde hatin dîtin û teqandin û hin bomebên din jî hatin rakirin, ji ber qenaseyan yek ji me şehîd bû, ew qenas in û guleyên hawin jî di êrîşên xwe de bikar tînin.”

 

Çekdarê Sehwe, Mistefa Mehmûd jî dibêje: “Îro me geran û pişkinînên me bo naxên Mixîse bi beşdariya artêş, Sehwe û eşîretan encam da û me êrîşî ser bax û xaniyan kir, em dixwazin asûde bin.”

 

Armanca operasyona leşkerî ji bo paqijkirina bax û xaniyên çolkirî ew e ku koçber veger in û şaneyên razayî yên DAIŞê jî werin jinavbirin.