Parlamentoya Iraqê deng li ser hilweşandina Encûmena Parêzgeha Neynewa dide

Hewlêr (Rûdaw) - Îro parlementoya Iraqê dicive û dengdan li ser hilweşandina Encûmena Parêzgeha Neynewayê, di bernameya karê wê de ye.

 

Piştî dûrxistina parêzgarê Neynewayê, di 24ê Adara borî de, parlementerên Iraqê dest bi kampîneke komkirina îmzeyan ji bo hilweşandina Encûmena Parêzgehê, kir.

 

Îmzayên zêdetir ji 190 perlemanteran hatine komkirin da ku deng li ser helweşandina encûmena parêzgeha Neynewa bê dayîn û ew dibêjin, encûmena wê parêzgehê kemterxem bûye di çavdêrîkirina berpirsên wê parêzgehê da û destê wê di gendeliya kirrîn û firotina postan da hebûye.

 

Cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê jî dibêje, gereke gotûbêj û sazan li ser vê mijarê bê kirin ji ber ku dê bi xerabî bandorê li ser rewşa wê parêzgehê bike.

 

Bi nerîna cîgirê serokê parlamentoyê, dê gotûbêjeke têr li ser helweşandina encûmena parêzgeha Neynewa bê kirin, lê dûr dibîne ku dengdan li ser were kirin.

 

Derbarê mijarê de  Parlementerê Parêzgeha Neynewayê li parlementoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî ji Rûdawê re ragihand: "Ji bo hilweşandina Encûmena Parêzgehê 178 îmzeyên parlementeran hatine komkirin, bi wê behaneya ku Encûmena Parêzgehê xemsar bû û bi rola xwe ranedibû û di ber gendelî û kêmasiyan de, li pêrazgehê, berpirs e. Herwiha destê wê di gendeliya kirîn û firotina postan de heye." 


Şêrwan Dûberdanî herwiha dibêje: "Di civîna Sêşema borî de, parlementerê Iraqê, Felah Zêdan, nîşan bi wê yekê da, ku Ehmed Cibûrî yê ku bi Ebû Mazin naskirî ye, di 28ê Nîsanê de, li Hewlêrê ligel beşekî ji endamên Encûmena Parêzgehê civiya û soz da ku her endamek deng bide kandîdê wî, ji bo posta parêzgar, ew ê 24 defter dolar bidê."

 

Derbarê helwesta Kurdan, Şêrwan Dûberanî got: "Em li dijî wê gavê ne, ji ber ku ev yek valahiyê, li parêzgehê dirust dike û rewşê bêhtir ber bi aloziyê ve dibe."

 

Cîgirê duwem ê serokê parlementoya Iraqê jî, bi dûr dibîne ku di civîne îro de, deng li ser hilweşandina Encûmena Parêzgeha Neynewayê bê dan.

 

Cîgirê duwem ê serokê parlementoya Iraqê, Doktor Beşîr Hedad jî ji Rûdawê re ragihand: "Ev mijar li ser daxwaza parlementeran ketiye nav karê parlementoyê, lê pêwîstiya dengdanê li ser mijareke bi vî corî, bi danûstandin, sazan û rêkeftinê heye, bi taybetî ku Neynewa pirpêkhate ye û hilweşandina Encûmena Parêzgehê xirabiyê digihîne rewşa parêzgehê."

 

Doktor Beşîr Hedad nîşan bi wê yekê jî da ku "di civîna îro ya, parlementoyê de, danûstandineke gelek, derbarê hilweşandina Encûmena Parêzgeha Neynewayê tê kirin, lê ez dûr dibînim ku deng li ser bê dan."

 

Encûmena Parêzgeha Neynewayê, ji 39 endaman pêk hatiye, 13 ji wan û serokê Encûmenê jî Kurd in.