SOMO bo Rûdawê: Me bi Herêma Kurdistanê re li ser gelek xalan li hev kir

02-04-2023
RÛDAW
Nîşan SOMO Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya bazarkirina petrola Iraqê SOMO ji Rûdawê re ragihand ku guftûgoyên navbera Hewlêrê û Baxdadê berdewam in û "me li ser çend xalan rêkevtin kiriye".

Kompanyaya bazarkirina petrola Iraqê SOMO dibêje “Me bi Herêma Kurdistanê re li ser gelek xalan li hev kir. Emê di demek nêzîk de rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê ragihînin.”

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji Wezareta Petrolê ya Iraqê bidest xistine Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê di çend demjimêrên pêş de dest pê bike.

Li gor zanyarîyên Rûdawê dê odeyeka hevbeş bi endamîtîya Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û kompanyaya bazarkirina petrola Iraqê SOMOyê bê avakirin û “dê erka wan firotina petrola Herêma Kurdistanê be.”

Roja Şemiyê 1ê Nîsana 2023an de Al-Monitor ku navenda wê li Washingtonê ye, got: "Li bendê ye ku karbidestên Îraqî û Tirkî di demeke nêzîk de bicivin û li ser tedbîrên nû ji bo hinartina petrola Iraqê bi rêya Tirkiyê re gotûbêj bikin."

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê Asim Cîhad duh di civîneke çapemeniyê de ragihandibû ku ew dixwazin hinartina petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asem Cîhad ji Al-Monitor re ragihand, ku şandeke hikûmeta Iraqê dê di demeke nêzîk de serdana Enqerê bike û gotûbêjan bike û tekez kir ku, ne aliyê Tirkiyê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara dadgeha hakemê red nekirine. Ew dibêje, ev yek dê rê li ber destpêkek nû veke.

Çi bûbû?

Wezareta Petrolê ya Iraqê îro Şemiyê 25ê Adarê ragihand, ew doza ku li Dadgeha Hakemaniyê ya Odeya Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê (ICC) li ser hinartina petrola xav a Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê li dijî Tirkiyê vekiriye, bi ser ketiye.

Piştî biryarê hinartina rojane ya 450 hezar bermîlên petrola xav ji Herêma Kurdistanê û bîrên bakurê Kerkûkê hat rawestandin.

Lê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê ragihandibû ku , dadgehê ji 5 daxwazên Iraqê 1 daxwaz qebûl kiriye, li hemberî wê piraniya daxwazên Tirkiyê hatine qebûlkirin.

Dadgehê biryar da ku Herêma Kurdistanê pêkhateya hikûmeta Iraqê ye û ji ber vê yekê li gorî peymana xeta bota petrolê ya Iraq û Tirkiyeyê xwedî mafên rewa ye.

Di metna biryarê de hat gotin ku mafê Herêma Kurdistanê heye ku boriya petrolê ya ku diçe bendera Ceyhanê bikar bîne û depo bike, lê Hewlêrê tenê bi barkirina petrolê li keştiyan ew binpê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst