Krîstiyanên Deşta Neynewa daxwaza îdareyeke serbixwe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Kiristiyanên Deşta Neynewa bi boneya Cejna Ekîto ahengek saz kirin, lê ahenga îsal ne weke yên salên berê bû, ji ber ku ji êrîşa DAIŞê ya sala 2014an ve hejmara Kiristiyan gelekî kêm bûye.

Li Deşte Neynewa di ahenga Ekîto de hejmareke çalakî hatine lidarxistin, lê  ji ber ku hejmara Krîstiyanan kêm bûye niha Ekîto gelekî sînordar tê pîrozkirin.

Cejna Ekîto ji cejnên herî kevnar e, û ev cejn mîrateya çandî û şaristanî ya gelek gelan e, bi taybet pêkhateyên Suryan, Aşûr û Keldanî.

Berî niha di Cejna Ekîto de, di dilan û semaya Mam Kerîm de nêzîkî 80 kesan govend digerand, lê niha tenê çend kesek li dorê wî mane.

Malbata Mam Kerîm ku Kiristiyanên Şingalê ne, sala 2014an dema êrîşa DAIŞ êriş bir  ser Şingalê, neçarbûn ji mala xwe birevin. Ji Şingal çûn Hemdaniyê, piştre çûn Duhokê û heta niha venegeraye cih û ware xwe. Hewlên wî jî berdewam in da ku bigehe birayê xwe yê li Norwecê.

Welatî Kerîm Metê dibêje: “Her tim dilê me dipelixe, em nizanin çi bikin. Em niha di malên xelkê de ne em nizanin em dê kengê vegerin. Zehmet e rewş bibe weke berê. Êdi bes e, em dixwazin derbikevin derve. Kes alîkariya me nake.”

Cejna Ekîto, sere sala Aşûrî Babilî ye. Salane Kiristiyanên Deşta Neynewa wê rojê di 1ê Nîsanê de di nava kesûkaran de birêve dibin. Lê ev çend sal e, di malekî kesekê wan dûr heye. Bi gotina wan, sedem aborî, siyasî û olî ne.

Seroka Rêxistina Jinê ya Patyiya Bên Nehrên Henan Metê Toma jî got: “Niha koçberkirineke sîstamatîk li ser Kiristiyanên Deşta Neynewa heye. Herwiha deverên me rastî guhertina demografî tên. Bêkarî û rewşa aborî ya xirab hiştiye ku aramiya deverê têk biçe û ev sedemên serekene ji bo ku Kiristiyanan koç bikin û berê xwe bidin derveyî welat.”

Endamê berê yê perlemanê Iraqê Cozîf Silîwa jî got: “Ev rastiyek e û divê em jê nerevin. Divê hemû Deşta Neynewa, niha hatiye dabeşkirin, belko hemû Deşta Neynewa bibe rêveberiyeke serbixwe û ji aliyê xelkê wê ve were birêvebirin. Herwiha azadiyê bide pêkhateyên din. Ji bo ku piştre bibe Herêmeke Serbixwe li gor destûrê Iraqê.”

Bi dûratiya nêzîkî 30 kîlometre ji Mûsil, li binareyî Çiyayê Meqlob 4 gundên Kiristyanan hene. Mêrgê, Mexare, El-elfaf û Bereke, ku dîroka wan bo 200 salan vedigere.

Bi gotina Muxtarê wan gundan, ji piraniyan niştecihên deverê berê xwe dane derveyî welat.

Muxtarê Gundê Mêrgê Rewan Tehsîn got: “Rokêt bi ser malên me de ketin. Me berê xwe da Duhokê. Hinek çûn Hewlêrê û hinek jî çûn Silêmaniyê û Zaxo. Dema rewş aram bûyî, tenê zilam vegeran ser malan heta ku deverên me hatin rizgarkirin. Gelekî zehmet bû. Di van herçar gundan de em nêzîkî 1300 kes bûn. Niha em tenê 850 kes mane. 300 kes li Herêma Kurdistanê ne û 200 kesan berê xwe dane Ewropa.”

Di navbera xweşî û nexweşiyên ku Kiristiyanên Deşta Neynewa derbas kirîn, niha ew hewil didin bi saxkirina çand û kultura xwe hebûna xwe bihêztir bikin.

Bi taybet ku ji sala 2003 û heta niha, salane hejmara Kiristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê kêm dibe.Ji milyonek û nîv bo nêzîkî 250 hezaran kesan kêm bûye.