Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Pêwedniyên me û Kurdistanê baş in

Bexda (Rûdaw) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdulcebar Lueybî ragihand, pêwendiyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê yên di warê sektora petrolê de baş in û hevrêzî di navbera her du aliyan de heye.

 

Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê îro yekşemî Korbenda Enerjiyê ya Iraqê di bin navnîşana “Iraq ber bi sektorke enerjiyê ya serkevtî, aboriyeke pirdahat” û li hotêla El-Reşîd dest bi karê xwe kir.

 

Biryar e ev korbend bo heyama 2 rojan berdewam be û çendîn berpirsên hikûmeta Iraqê, Sekreterê Giştî yê OPECê, balyozên welatên biyanî û pisporên warê petrolê û bazirgan û kesên akademîsiyen beşdar bûne.

 

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdulcebar Lueybî ku di vê korbendê de amade bû, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Em dê berhemanîna petrolê zêde bikin û jêrxanekê ji bo sektora enerjiyê ava bikin.”

 

Ebdulcebar Lueybî got: “Pêwendiyên me li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş in û hemahengî di navbera me de heye.”

 

Lueybî tekezî li ser wê jî kir, ku sektora enerjiyê ji Iraqê re gelek giring e, ji ber wê jî ew dê aliyên ciyawaz ên wê sektorê bi pêş bixin.

 

Peymangeha Enerjiyê ya Iraqê ku di sala 2008ê de hatiye damezrandin û baregeha sereke ya wê li London a paytexta Brîtanyayê ye, serpireştiya birêveçûna korbenda enerjiyê ya Iraqê dike.