Yekem karwanê vaksîna Çînî gihişt Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Yekem karwanê vaksîna Sînofarm ya Çînê gihîşt Iraqê û biryar e heftiya bê vaksîna Astra Zeneca jî bigihe. Ji koma 50 hezar dosên vaksîna  Çînî, 5 hezar bo Herêma Kurdistanê ne.

Karwanê yekem yê ji milyonek û 500 hezar jemên vaksînê pêk tê. Wezîrê Tendirustiya Iraqê ragihand, ji roja Sêşemê ve dest bi dabeşkirina vaksînê li bingehên tendirustî yê Iraqê tê kirin.

Yekem karwanê Vaksîna Sinopharm a Çînî 50 hezar e û diyariya hikûmeta Çînê ye. Heftiya bê jî Vaksîna AstraZeneca digihêje Iraqê. Karwanê  yekem  milyonek û 500 hezar dan vaksîn e.

Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Hesen Temîmî dibêje, “Ji roja Sêşemê ve, li tevaya binkeyên tendirustî yên Iraqê, dest bi dabeşkirina danên vaksînê tê kirin. Di heman demê de, em dest bi pêdana vaksînê ji bo welatiyan dikin, ew ên ku merc wan li xwe digirin, li Bexda û parêzgehan û Herêma Kurdistanê jî, tevan bi hev re.. Her di vê heftiyê de, ligel gihiştina vaksîna Estrazînkya, ku di çarçoveya rêkeftina Wezareta Tendirustî ya Iraq û Kovaks de ye, ew jî bi awayekî dadperwerane têne dabeşkirin. Bêhtir ji 605 binkeyên me yên tendirustî hatine diyarkirin, ligel nexweşxaneyên fêrkariyê, ev binke karê dabeşkirina vaksînan dikin”

Ji koma 50 hezar dosên vaksîna  Çînî, 5 hezar bo Herêma Kurdistanê ne. Biryar e heya dawiya îsal zêdetir ji 21% ya nişteciyên Iraqê vaksînê werbigirin.

Berdevkê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê Aso Hewîzî ji Rûdawê re ragihand, “Li gor wê protokola bi hevahengî li gel Tendiurstiya Cîhanî hatiye danîn, me grûp danîne û grûpên metirsîdartir kî ne ew vaksînê werdgirin.”

Roja 01/03/2020 yekem pêketiyê vîrusa Coronayê li Herêma Kurdistanê hat ragihandin. Ji wê demê ve 109,151 kes tûşî Coronayê bûne û 3,521 kesî ji wan canê xwe ji dest dane.