Tariq Haşimî: Ji sunniyan tenê axavtin ma

02-02-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Tariq Haşimî Erebên sunnî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomar ê Berê yê Iraqê Tariq Haşimî diyar kir “Hevkêşya siyasî li Iraqê hevseng nîne û rola erebên sunnî yên li Iraqê tenê bûye axavtin û nêrîn.”

 

Tariq Haşimî tevli bernameya Rûdawî Emro (Rûdawa Îro) ya televîzyona Rûdawê bû. Haşimî diyar kir ku “Li Iraqê suniyên ereb di van salên dawî de tûşî ciyawaziya mezhebî tên. Ev rewşeke sîstematîk e.”

 

Tariq Haşimî destnîşan kir: “Erebên sunnî yên di jikûmet û parlamentoya Iraqê de nekarîne ti roleke wan bo rûbirûbûna wê reşwê hebe, ku heta niha jî berdewam e”.

 

Haşimî amaje kir, aqûbeta 3 hezar suniyên ereb ên li devera Pira Bizebzê nizanin û diyar kir, ku çend roj berê li rojavayê Bexdayê, li devera Termiyê 45 xortên suniyên ereb hatine revandin.

 

Haşimî di navbera salên 2006 û 2012an de cîgiriya Serokomarê Iraqê Celal Talebanî kiribû. Di sala 2011an de piştî ku leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derketin, bi tohmeta “bi komên terorîst pêwendiyên wî hene” ji aliyê Konseya Darizandina Bilind a Iraqê ve jê re qedexeya derketina derveyê welêt hatibû dayîn û biryara girtinê dabûn. Piştî vê biryarê Haşimî demek xwe li Herêma Kurdistanê spartibû û piştre jî çûbû Qetarê.

 

Di 20ê Gulana 2012an de û bi tohmeta kuştinê û çêkirina bandên terorkirina kesatî û welatiyên Iraqî, ji aliyê dadgehê ve biryara dardekirinê boTariq Haşimî hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst