Wiha pesnê Barzanî da: Neviyê Selahedînê Eyûbî!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Sefîrê Erebistana Siûdî li Iraqê Samir Sebhan, piştî ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir, wiha nivîsî: “Barzanî, camêrekî rastgo û piştevanê mezlûman e.”

Roja 30ê Çile, balyozê Erebistanê li Iraqê Samir Sebhan, ku roja 18ê heman mehê bi fermî li Bexdayê dest bi karê xwe kiribû, li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi Serok Barzanî re hevdîtin kir.




Samir Sebhan, piştî wê hevdîtinê, li ser twîttera xwe, wêneyeke xwe û Barzanî danî û li bin wêneyê wiha nivîsî:

“Ez û birêz Serok Mesûd Barzanî, neviyê Selahedînê Eyûbî…Barzanî camêrekî rastgo û piştevanê mezlûman e her wiha ewên hêjayî serkeftinê bin jî, bi ser dixe…”

Pêwendiyên Iraq û Erebistanê, demek dirêj nemabû lê herî dawî roja 18ê Çile, Erebistanê balyozê xwe şand Bexdayê.