Fraksyonên Kurdistanî lêjneyek bo pirsa bûdceya Iraqê pêk anîn

02-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Fraksyonên Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê lêjneyek bo danûstandina digel aliyên din li ser pêşnûmeya bûdceya sala 2014an a Iraqê pêk anîn.

Cîgirê Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Kurdistanî Ebdilmuhsin Seidûn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, wan lêjneyek bi mebesta gotûbêja li ser bûdceya Iraqê digel aliyên din ên iraqî pêk anîne.

Ebdilmuhsin Seidûn, anî ziman ku eger daxwaziyên kurdan neyên pejirandin û li ber çav neyên girtin wê çaxê nûnerên kurd dê civîna roja duşemê (sibê) ya parlamentoyê baykot bikin.

Cîgirê serokê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî her wiha red kir ku di civîna duh (01.02.2014) serokê parlamentoyê Osame Nucêfî de digel serokên fraksyonên parlamentoyê ti rêkeftinek li ser bûdceya Iraqê hatibe kirin.

Nûnerê kurd li parlamentoya Iraqê Azad Sirîşmeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, serokatiya parlamentoyê ji ber ku hejmara endamên parlamentoyê yên di civînê de negihîştibû asta qanûnî civîna îro (duh) bo roja duşemê (sibê) hat paşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst