DAIŞê “Mewlûd” qedexe kir!

 

Mûsil (Rûdaw) – DAIŞê li bajarê Mûsilê, jidayîkbûna pêxemberê îslamî Hz. Mihemed ku di nav misilmanan de jê re dibêjin “Mewlûd”, qedexe kir.

 

Melayekî Mûsilê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, rêxistina DAIŞê hemû mela û pêşnimêjên bajarê Mûsilê haydar kiriye ku bi helkefta Mewlûdê ti merasimekê çênekin.

 

Wî melayê diyar kir ku DAIŞê dibêje, Mewlûd paşê li ser îslamê hatiye zêdekirin û “Bîdaa” ye lewma “heram e”.

 

Li gorî baweriya selefiyan, Mewlûd bîdaa ye çimkî ne Pêxember ne jî xelîfeyên îslamî Mewlûd pîroz nekirine “ji ber wê jî mafê ti misilmanekî tine wê helkeftê pîroz bike”.

 

DAIŞê 10ê Hezîrana par Mûsil ji destê artêşa Iraqê derxist. Rêxistinê piraniya têgehên ayînî li nav mizgeftan de qedexe kiriye.