Hevpeymaniya Nesir: Di vê qonaxê de Ebadî ti postan wernagire

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku parlamentoya Iraqê îro destjikarberdana serokwezîrê wî welatî Adil Ebdulmehdî pesend kir, Berdevkê Hevpeymaniya Nesir ragihand, serokê vê hevpeymaniyê Heyder Ebadî ti postan û ji wan jî posta serokwezîriyê wernagire.

Berdevkê Hevpeymaniya Nesir, Ayat Muzefer ji Rûdawê re ragihand: “Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî naxwaze ti post û berpirsatiyekê werbigre ji bo derbaskirina vê qonaxê, heta hilbijartin neyê kirin.”

Ayat Muzefer diyar kir, Hevpeymaniya Nesir bi awayekê “berpirsyarane” serederiyê dike û “dibe alîkar ji bo çareserkirin û derbaskirina vê rewşê”, lê belê Heyder Ebadî naxwaze weke çareser bibe serokwezîr.

Muzefer da xuyakirin, Ebadî dixwaze bi dengê xelkê bibe serokwezîr, lewma beşdariyê di hilbijartinên bê de dike û dê paşê xwe ji bo posta serokwezîr berbijêr bike.

Ev yek di demekê de ye, ku pêştir ofîsa Ebadî di beyannameyekê de ragihand: “Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî destpêşxeriyeke niştimanî ragihandiye ku yek ji giringtirîn xalên wê, demildest standina baweriyê ji hikûmeta niha ya Iraqê li gor madeya 61 a destûrê ye.”

Ew dema zêdetir ji du mehan e li Bexdayê û parêzgehên din ên li başûrê Iraqê xwepêşandan berdewam in û li gor zanyariyan, heta niha di encama aloziyan de 500 kes hatine kuştin û nêzîkî 17 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.

Piştî gotara înê (29ê Mijdarê) ya lêvegera olî ya Şîeyên Iraqê, serokwezîrê wî welatî Adil Ebdulmehdî dest ji kar berda.

Li gor madeya 61 a destûra Iraqê, bi pesendkirina destjikarberdana Adil Ebdulmehdî ji aliyê parlamentoyê ve, hikûmeta Iraqê dibe hikûmeta karbirêker û serokwezîr û kabîneya wî heta 30 rojên din li ser birêvebirina karûbarên hikûnet û welat berdewam dibin, heta wê dema ku kabîneya nû ya hikûmetê tê pêkanîn û desthilata kabîneyê jî sînordar dibe.