VÎDEO - Iraqê ji ber barîna baranê operasyon sekinand!
Selahedîn (Rûdaw) – Operasyona hêzên Iraqê ya ji bo kontrolkirina gundên girêdayî parêzgeha Selahedînê û derxistina wan ji destê DAIŞê ji ber rewşa nexweş a hewayê û barîna barînê hat rawestandin.
Heyama 3 rojan bû ku hêzên Iraqê operasyona kontrolkirina gundên girêdayî parêzeha Selahedînê dest pê kiribûn û di wan 3 rojên destpêkê yên operasyonên de 5 gund ji destê DAIŞê derxistibûn û ew gund kontrol kiribûn.
Peyamnêrê Rûdawê li sînorê parêzgeha Selahedînê, Ferhad Dolemerî ragihand: “Gundên Şayeleya Ebelî, Şayeleya Îmam, Kerimle, Gespe û Xetab ji aliyê hêzên iraqî ve di 3 rojên yekem ên operasyonê de hatine kontrolkirin.”
Ferhad Dolemerî got: “Erkê kontolkirina wna gundan bi hêzên Heşda Eşîrên Parêzgeha Selahedînê û Firqeya 17 a Lîwaya 60 a Artêşa Iraqê hatiye spartin.”
Herwiha pyamnêrê me got, hejmara gundên ku gerek werin kontrolkirin, 15 gund in û dikevine navbera bakurê parêzgeha Selahedînê û rojhilata navçeya Şergatê.
Li gorî zanyariyan, piştî 3 ji roj destpêkirina operasyona kontrolkirina wan gundan, îro pênşemî 1ê Kanûna 2016ê operasyon ji ber xirabiya rewşa hewayê û barîna baranê hat sekinandin.