VÎDEO - Iraqê ji ber barîna baranê operasyon sekinand!

01-12-2016
RÛDAW
Hêzên iraqî operasyona li bakurê parêzgeha Selahedînê rawestandin
Hêzên iraqî operasyona li bakurê parêzgeha Selahedînê rawestandin
Nîşan Selahedîn Iraq Iraq Heşda Eşîran Operasyon DAIŞ Rewşa hewayê
A+ A-

Selahedîn (Rûdaw) – Operasyona hêzên Iraqê ya ji bo kontrolkirina gundên girêdayî parêzgeha Selahedînê û derxistina wan ji destê DAIŞê ji ber rewşa nexweş a hewayê û barîna barînê hat rawestandin.

 

Heyama 3 rojan bû ku hêzên Iraqê operasyona kontrolkirina gundên girêdayî parêzeha Selahedînê dest pê kiribûn û di wan 3 rojên destpêkê yên operasyonên de 5 gund ji destê DAIŞê derxistibûn û ew gund  kontrol kiribûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê li sînorê parêzgeha Selahedînê, Ferhad Dolemerî ragihand: “Gundên Şayeleya Ebelî, Şayeleya Îmam, Kerimle, Gespe û Xetab ji aliyê hêzên iraqî ve di 3 rojên yekem ên operasyonê de hatine kontrolkirin.”

 

Ferhad Dolemerî got: “Erkê kontolkirina wna gundan bi hêzên Heşda Eşîrên Parêzgeha Selahedînê û Firqeya 17 a Lîwaya 60 a Artêşa Iraqê hatiye spartin.”

 

Herwiha pyamnêrê me got, hejmara gundên ku gerek werin kontrolkirin, 15 gund in û dikevine navbera bakurê parêzgeha Selahedînê û rojhilata navçeya Şergatê.

 

Li gorî zanyariyan, piştî 3 ji roj destpêkirina operasyona kontrolkirina wan gundan, îro pênşemî 1ê Kanûna 2016ê operasyon ji ber xirabiya rewşa hewayê û barîna baranê hat sekinandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst