Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz li Bexdayê ye

01-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, bi mebesta gotûbêjkirina rêkeftina hinartina petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gihîşt Bexdayê.

Taner Yildiz dê digel Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Husên Şehristanî hevdîtin bike.

Tê pêşbînîkirin Yildiz digel Serokwezîr Malikî û Wezîrê Petrola Iraqê Kerîm Lueybî hevdîtinan pêk bîne.

Lê li gorî agahiyên ku Şêwirmendê Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê Kerem Eskîgun daye Rûdawê, heta niha nayê zanîn ka Yildiz dê serdana Hewlêrê bike yan na.

Li gorî planê, Yildiz dê beşdarî konferansa enerjiyê ya sibê ya li Hewlêrê bibe ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî dê beşdar bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst