Grûpeke çekdar a Îraqî şer ragihand: ‘Agirbest jî vekişîn jî nîne’

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tevgera Nucebayê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Nucebayê ya Şîe ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye, ji bo “rizgarkirina Îraqê” banga şer kir.

Serokê Tevgera Nucebayê ya ku Îran piştgiriya wê dike Ekrem El-Kabî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Xyê de li Îraqê banga şer kir.

Serokê Tevgera Nucebayê Ekrem El-Kabî di daxuyaniya xwe de got:

“Hêzên Berxwedana Îslamî biryar da ku bi rêya leşkerî Îraqê rizgar bike û pirsgirêkê bi awayekî radîkal çareser bike.”

Ekrem El-Kabî diyar kir ku “Rawestan, agirbest û vekişîn nîne.”

Ekrem El-Kabî beriya niha dema ku fermandarê Artêşa Mehdî ya ku ji aliyê rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ve hatibû avakirin bû, bi dirûşma “Li dijî hêzên Amerîkayê berxwedan” bal kişandibû ser xwe.

Tevgera Nucebayê di lîsteya terorê de ye

Piştî ku Muqteda Sedr Artêşa Mehdî fesh kir, El-Kabî tevlî Asaib Ehlî Heqa ku ji aliyê Qeys Xezelî ve hatibû avakirin bû û ji vê rêxistinê jî veqetiya û Tevgera Nucebayê ava kir.

Tevgera Nucebayê ya ku li Sûriyeyê piştgiriya rêveberiya Beşar Esed dike û li Îraqê beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûye, xwedî 10 hezar çekdar e.

Amerîkayê Tevgera Nucebayê xistiye lîsteya cezayên aborî û lîsteya terorê.

Daxuyaniya Kabî di demekê de ye ku êrişên mûşekî û yên bi dronan li dijî baregehên Amerîkayê yên li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst