Fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê şaneya krîzan ava dikin

Bexda (Rûdaw) – Fraksyonên Kurdistanî li Bexdayê şaneya krîzan ava dikin, daku ji bo rûbirûbûna wan metirsiyên ku li ser Herêma Kurdistanê hene, yekdeng û yekhelwêst bin.

Li gor rayedarên Fraksyonên Kurdistanî, pêkanîna şaneya krîzan hewlek e li dijî her niyeteke xirab a aliyên Iraqî bo destkarîkirina destûrê û guhertina madeyên ku têkildarî maf û berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê ne û statuya Herêma Kurdistanê bi fermî têde hatiye naskirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî ji wê yekê nîgeran û nerazî ne, ku mijara destkarîkirina destûrê bûye rojeva aliyên siyasî li Iraqê. Tevî hikûmet û partiyan, xelkê asayî yê Herêma Kurdistanê jî gumana wan heye li ser destkarîkirina destûra Iraqê.

Xelk dibêjin, li Iraqê biryar zû têne dayîn lê belê nayên cîbicîkirin.

Roja Duşemê parlamentoya Iraqê biryara destkarîkirina di destûrê de pesend kir, roja paşê jî komîteyek bow ê yekê pêk anî.

Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, ew hewl didin, ji bilî pêkanîna şaneya krîzan, hevpeymaniyeke Kurdistanî di navbera hemû fraksyonên Kurdistanî yên li Bexdayê bê avakirin, daku di dema vê gera parlamentoya Iraqê de veqetiyan çê nebe.

Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê, Dr. Viyan Sebrî ji Rûdawê re ragihand: “Behsa pêkanîna şaneya krîzan piştî wê yekê hat, ku aliyên Şîe û beşek ji aliyên Sunnî, hewlên wan bo destkarîkirina destûra Iraqê berdewam e. Kurd ji wê yekê bi guman in ku beşek ji armanca guhertina destûrê, destkarîkirina desthilatên Herêma Kurdistanê û mafên gelê Kurd be.”

Niha Serokatiya Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û Serokatiya Komara Iraqê kar dikin, ji bo pêkanîna hevpeymanî û şaneya hevbeş a aliyên Kurdistanî yên li Bexdayê.

Li Herêma Kurdistanê xelk çaverê ne, ku hemû aliyên Kurdistanê bi awayekî yekgirtî û bi hevbeşî li ser meseleya guhertina destûrê kar bikin.

Di vê gera niha ya parlamentoya Iraqê de, ji 325 kursiyên parlamentoyê, aliyên Kurd 58 kursî hene.