Iraq: Erebên Sunne li ser posta wezîrê berevaniyê nakok in

01-11-2018
RÛDAW
Li ser wergirtina posta Wezareta Berevaniya Iraqê, Erebên Sunne di milmilaniyeke tund de ne.
Li ser wergirtina posta Wezareta Berevaniya Iraqê, Erebên Sunne di milmilaniyeke tund de ne.
Nîşan Iraq Erebên Sunne Wezîrê Berevaniyê Nakokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sunneyên Iraqê 6 wezaret di kabîneya nû ya hikumeta Iraqê ya nû de hene , lê posta wezareta berevaniyê ku pişka Sunneyan e,  bûye sedema kurbûna nakokiyên navbera aliyên Sunne de, Herdu hevpeymaniya nîştmanî û hevpeymaniya weteniye her alieykî ji wan 3 berbijêr pêşkêşkirine û rikaberiyê li ser wî postî dikin.

 

Di navbera Sunneyên Iraqê de pirsgirêkeke siyasî kûr bûye û pêkanîna hemû kabîneya Adil Ebdulmehdî paşxistiye. Postê Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê ku ji piştî sala 2003an ve wek nerîteke siyasî di destê Erebên Sunne de ye, niha Erebên Sunne bi xwe li ser destnîşankirina kesekî bo wî postî bûne çend beş.

 

Li Parlamentoyê di dema pêşkêşkirina wezîrên kabîneya Ebdulmehdî de, lihevkirin li ser postê Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê nehat kirin û guşareke zêde jî li ser serokwezîr e daku di zûtirîn dem de wezîrê berevaniyê deyne.

 

Şirovekarê Siyasî, Elî Fezlullah di vê derbarê de dibêje: “Piştî wêya baweriya parlamentoyê bidest xist bo destnîşankirina kesayetiyekî xwedan şiyan di warê zanistî û pratîkî de bo rêvebirina wezartên emnî, ew wezaret stûnên girîng in bo birêvebirina dewleta Iraqê, bi taybetî Iraq, ji ber hê jî egerên bihêz ên emnî û leşkerî hene. Lewra pêdiviya me bi wan kesayetiyan e ku destpaqij û xwedan jiyan bin, daku baş ew dosya bên birêvebirin û divê careke din ew post bi cîgir neyê birêvebirin. Ya rast Adil Ebdûlmehdî soz da ku wê pirsê çareser bike, loma niha daxwaz jê tê kirin di destnîşankirina wezîrekî de bow î postî lezê bike û herwiha destnîşankirina postên desteyên serbixwe, ew jî kesayetî bên destnîşankirin, ne wekîl bo wan bên danîn û ew dosyeya girîng were çareser kirin.”

Niha sê kesayetiyên Sunne hene ku biryar e yek ji wan postê wezîrê berevaniyê werbigire. Yek ji wan Feysel Cerba, firokevanê leşkerî û xwediyê bawernameya koleja serbazî ku Hevpeymaniya Niştimanî ya bi serokatiya Eyad Elawî piştgiriya wî dike.

 

Haşim Deracî yekî din ji wan kesayetên Sunne ye, ku xwediyê bawernameya zanistên leşkerî û Mihwera Niştimanî pişta wî digire.

 

Berbijêrê sêyem jî Fermandarê Operasyonên Neynewa ya Artêşa Iraqê Necim Cibûrî ye. Pisporê warê stratejîk Emîr Esedî jî dibêje; Adil Ebdûlmehdî dikare wezareta berevaniyê û desteyên din ên ewlekariyê dûr ji milmilaneyên desthilatê biparêze.

 

Pisporê Stratejîk, Emîr Esedî jî derbarê taybetmendiyên kesê ku posta wezareta berevaniya Iraqê werbigre, wiha nêrîna xwe tîne ziman: “Divê berdewam be li ser bernameyekî hikûmî ku serbixwe be û dikare wezareteke girîng wek berevaniyê dur ji milmilaneya desthilatê biparêze, lewma sê berbijêr hene û yek ji wan ji aliyê hemû aliyan vet ê qebûlkirin. Lê niha di nav mala Sunneyan de milmilane heye. Beşek ji Îslah û Avakirin û beşek ligel Hevpeymaniya Avakirinê ne. Niha rewş gehiştiye wêya ku zext li Îslah û Avakirinê bê kirin daku kesayetiyekî din destnîşan bike, ji xeynî wan navên ku niha li meydana Adil Ebdûlmehdî hatine destnîşankirin.”

 

Di rûniştina 24ê vê mehê de Parlamentoya Iraqê ji 22 wezîrên nav kabîneya Ebdûlmehdî, deng li ser 14 wezîran hat dayîn û biryar e di 6ê Mijdara îsal parlamento bicive û deng li ser wezîrên berevanî, navxwe, dad û pênc wezaretên din bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst