MÛSIL - Ji bo çavtirsandinê 63 çekdarên xwe gulebaran kirin

Mûsil (Rûdaw) – Hate zanîn ku rêxistina DAIŞê di navenda bajarê Mûsilê de, ji bo çavtirsandinê 63 çekdarên xwe gulebaran kirine.

 

Berpirsê Ragihandina Rêxistina Mûsilê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî ji Rûdawê re ragihand: “Roja 1ê Mijdarê, DAIŞê 63 çekdarên xwe gulebaran kiriye. Sedema vê yekê jî ew e ku DAIŞ dixwaze çavê çekdaran bitirsîne da ku ji eniyên şer nerevin.”

 

Seîd Memûzînî daxuyand ku roja derbasbûyî jî DAIŞê 600 welatî girtine û got: “Beşek ji wan kesên hatine girtin xelkên sivîl in. beşek ji wan jî polîs û karmendên ewlekariyê yên berî yên ıraqî ne ku DAIŞî ji wan re dibêje kesên tobekirî.”

 

Memûzînî da zanîn ku DAIŞ gelek ditirse ku ew leşker û polîsên berî careke din li dijî wan şer bikin.

 

Herwiha komek kesên hatine girtin jî ji box we xilas bikin, qebûl kirine ku ligel DAIŞê şerê Artêşa Iraqê bikin.