Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê sedema şewata hola dawetê ya li Hemdaniyeyê eşkere kir

01-10-2023
RÛDAW
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê encamên lêkolîna li ser karesata şewata Hemdaniyeyê eşkere kir.

Wezaretê di daxuyaniyê de ragihand ku bûyer ji ber fîşekên hewayî yên ku di holê de hatine bikaranîn pêk hatiye.

Wezaretê di daxuyaniya de diyar kir ku lêpirsîna li ser bûyera şewata holê dawetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya Nînowayê bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şewatê de faktoreke derve yan jî qestek nîne.

Hat diyarkirin ku di encama çirûskên fîşekên hewayî yên ku di dema dansê de hatine bikaranîn û madeyên şewatê yên li banê holê agir bi holê ketiye.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê destnîşan kir ku dîmenên kamerayên çavdêriyê û yên ku di dema dawetê de hatine tomarkirin bi baldarî hatine lêkolînkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê herwiha anî ziman:

“Li hola dawetê 4 derî hene lê ji ber ku tenê deriyek ji bo derketinê dihat bikaranîn, qelebalixa di holê hewl da ku ji deriyekî derkeve, bû sedem ku ewqas kes di hundir de bimînin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî bûyerê heta niha xwediyê hola dawetê jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin.

Wezaretê destnîşan kir ku di dema şewatê de hêzên ewlehiyê û tîmên agirvemirandinê 600 kes rizgar kirine û got:

“Qeymeqamê Hemdaniyeyê, Şaredar û Serokê Daîreya Elektrîkê ya Hemdaniyeyê ku di bûyerê de xemsariya wan hatiye dîtin, ji erk hatin dûrxistin û li ser wan lêkolîn hat destpêkirin.”

Wezaretê her wiha ragihand ku di şewatê de 107 kesan canê xwe ji dest daye û 82 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst