Berhem Salih: Êrîşên Îranê û Tirkiyê nayên qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistanê ragihand, “Bombebaranên Îranê û Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşhatên metirsîdar in, nayên qebûlkirin û serweriya Iraqê binpê dikin, ji ber wê jî divê bêne rawestandin.”

Ofîsa Ragihandinê ya Serokomariya Iraqê roja Înê 30ê Îlona 2010an daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serokomarê Iraqê Berhem Salih pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Eracî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her du aliyan derbarê êrîşên Îranê yên li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê ku bûne sedema hejmarek şehîd û birîndaran gotûbêj kirin.”

Di vê çarçoveyê de Berhem Salih got, “Bombebaranên Îranê pêşhatên metirsîdar in û nayên qebûlkirin, her wiha zêdegaviyeke li ser serwerî, ewlehî û aramiya welatekî û ewlekariya welatiyên wî welatî ye.”

Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.

Di êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê giran 46 kes birîndar bûn.

Êrîşên Îranê bûye sedema bertekên civaka navdewletî, navend û welatiyan û her wiha nîgeraniyên tund ên navxwe.

Berhem Salih anî ziman, “Bombebaranên berdewam ên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin û binpêkirina serweriya Iraqê ye, ji ber wê jî divê rê li wan bê girtin û rê li ber encamên wê bê girtin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her du aliyan teqezî li ser wê yekê kirin ku divê ev mijar bi asta herî bilind a welatên cîran were şopandin, ji ber ku ev pêşhateke metirsîdar e. Pirsgirêkên ewlehiyê divê bi diyalog, şopandina hevpar û rêyên dîplomatîk bên çareserkirin.”