Bexda: Çalakvanên Tişrînî dest bi xwepêşandanê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanên Tişrînî dibêjin,ew dê îro demjimêr 10:00 li Bexdayê dest bi xwepêşandanan bikin.

Ew çalakvan ên xwepêşandanên Tişrîna Yekem ya sala 2019 li Iraqê ne ku piştî wan xwepêşandan û bûyer bi Tişrînî hatin naskirin ku cuda ne ji Sedriyan.

Berdevkê Tevgera Cemaweriya Iraqê Ehmed Talib Weşah, ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand, “Ew wek çalakvanên Tişrînî, îro demjimêr 10:00 li qada Tehrîr a Bexdayê car din dest bi xwepêşandanan dikin.”

Berî çend rojan çalakvanên xwepêşandanên Tişrînê daxwaz ji alîgirên xwe kiribûn ji bo bilind ragirtina 4mîn salvegera xwepêşandanan dakevin ser cadeyan.

Li gor Berdevkê Tevgera Cemaweriya Iraqê Ehmed Talib Weşah li bajarên din yên Iraqê dê di demjimêr 15:00an de xwepêşandan dest pê bikin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz ji xwepêşanderan kir ku malê giştî û avahiyên hikûmetê biparêzin û êrîşî wan nekin.

Mistefa Kazimî ji hêzên ewlekariyê jî xwest çek li dijî xwepêşanderan bikar neyînin û wan biparêzin.