Wezîrê Sedr: Heşda Şeibî ji Herêma Kesk derxînin û serokê wê biguherînin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, Salih Mihemed Iraqî 5 pêşniyar pêşkêşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê kir û daxwaza derxistina Heşda Şeibî ji Herêma Kesk û guhertina serokê wê kir.

Salih Mihemed Iraqî yê ku wek Wezîrê Muqteda Sedr jî tê naskirin îro Pêncşema 1ê Îlona 2022an peyameke ji 5 xalan pêk tê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî re şand.

Salih Mihemed Iraqî pêşniyar kir ku serokê Heşda Şeibî Falih Feyaz were guhertin û got, “Ew kesekî hizbî ye û Heşda Şeibî siyasî kiriye û ne guncaw e bo wê postê û ne kesayetiyekî bihêz û leşkerî ye.”

Falih Feyaz di sala 2020an de bi awayekî fermî bû serokê Heşda Şeibî ku berê bi wekalet birêve dibir. Her wiha ew Serokê Hevpeymaniya Wetenî ye ku yek ji pêkhateyên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ye ku 8 kursiyên wê di Parlamentoya Iraqê de hene.

Salih Mihemed Iraqî di pêşniyara duyem de, pêşniyar dike ku bi biryareke tund komên çekdar hilweşînin ku " banga xweparastinê dikin lê kurên gelê Iraqê dikujin."

Pêşniyareke din jî ew e ku hemû komên çekdar û Heşda Şeibî ji Herêma Kesk bên derxistin û hêzên ewlehiyê kontrola Herêma Kesk kontrol bixine dest xwe û anî ziman, “Mayîna van koman li Herêma Kesk ji bo Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bi xwe û saziyên din bi taybet dadgehan metirsî ye û zextê li ser wan dikin.”

Salih Mihemed Iraqî di xala çarem de daxwaza derxistina Heşda Şeibî ji xalên kontrolê û deriyên sînorî kir, ji bo parastina nirx û navûdengê "têkoşeran" û got hin kes hene ku bi qestî kar dikin bi rêya bikaranîna tundûtûjiyê û qaçaxçîtiyê, navûdengê xwe xirab bikin.

Salih Mihemed Iraqî di xala pêncem de jî pêşniyar kir ku piştgiriya "têkoşeran" li herêmên nû hatine rizgarkirin were kirin û got, “Bi îhmalkariya leşkerî, ewlehî û lojîstîkî re rû bi rû mane.”