7 Ereb hatin îdamkirin

Bexda (Rûdaw) –  Li Iraqê 7 welatiyên dewletên Erebî hatin darvekirin.

Wezareta Dadê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 7 kesên biyanî bi tohmeta piştgiriya karên terorîstî hatin îdamkirin. 


Wezîrê Dadê yê Iraqê Heyder Zamlî di daxuyaniya xwe de ragihand ku dosyayên wan 7 kesane li gorî rêkarên yasayî yên dadgehê hatine birêvebirin û piştî pesend kirina Serokomarê Iraqe Fûad Mesûm hatine darvekirin.


Heyder Zamlî  derbarê darvekirina wan 7 kesan de tenê daye zanîn  ew hemwelatiyên biyanî yên Ereb in ti agahiyên di nedaye.

 

Herwiha li gorî daxuyaniya Wezîrê Dadê ji destpêka 2016ê ve hat aniha 45 kes hatine darvekirin.