Li Iraqê metirsî mezin dibe; aliyên Şîe rû bi rûyê hev dibin

01-08-2022
Nîşan Xwepêşandan Muqteda Sedr Iraq Nevçeya Kesk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muqteda Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kir ku li hemû parêzgehan demjimêr 17.00 dakevin kolanan û dest bi grevê bikin.  Ev bangewaziya Muqteda Sedir piştî vê yekê hat ku Çarçoveya Hevahengiyê jî daxwaz ji alîgirên xwe kiribû îro demjimêr di heman demê de  dest bi xwepêşandanê bikin bo parastina saziyên dewletê û proseya destûrî.

Tevgera Sedir jî daxwaz ji alîgirên xwe kir ku saet 17.00 derkevin xwepêşandanan, piştî ku Çarçoveya Hevahengiyê biryar derketina meydanan da.

Tevî wan bangewaziyan hêzên ewlekariyê li Iraqê hatine belavkirin bi taybetî li nêzî navçeya Kesk û cadeyên ku diçin vê navçeyê û hin cadeyên di nava Bexdayê de jî hatine girtin. 

Muqteda Sedir dibêje ew derfeteke bo guhertinên bingehîn li Iraqê ku Çarçovê hevahengiyê dê yekê weke “derbeya li ser gel û dewlet û saziyên wê” dide zanîn.

Serokê Rêkxistina Bedir Hadî el-Amirî daxwaz dike Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê bihna xwe ferih bikin û rewş ber bi aloziyeke zêdetir ve nebe.

Serokê Rêkxistina Bedir Hadî el Amirî di daxuyaniyekê de ragihand, di çaçrovê daxuyaniyên dijber ku xelkê han didin ber cadeyan ve biçin, û dibe ku ji kontrolê derkeve û tundûtîjî derbikeve.

Hadî Amirî daxwaz ji Rewta Sedir û Desteya Hevahengiyê dike, lojîka aqil û kontrolkirina bikar bînin û bi xwîn germî tev negerin, berjewendiya welat û xelkê pêş bixin bi rêya diyaloga cidî û avaker, da ku bigihin çareseriyekê ji xalên ku herdû alî li serê nakok in, ji ber ku xwîna Iraqiyan gelekî hêjaye.

 

Hêz di nava Bexdayê de hat belavkirin

Tevî amadekariyên du aliyên Şîe ji birêvebirina xwepêşandanan re, amadkariyên hêzên emnî li Bexda zêde bûne. 

Hêzên ewlekariyê li derdora pira Mueleq hatine bicîkirin, berbestên konkrêtî li ser pirê hatine danîn

Herweha hêzên ewlekariyê li derdora navçeya kesk û li ber deriyên wê bicih bûne, deriyên navçeya Kesk girtine, herwiha wezaret û saziyên giring ên Iraqê dosyeyên xwe li nava bargeh û wezaretan de derxistine ku di dema her bûyerekê de parastî bimînin. 

Li gorî agahiyan hêzên ewlehyê pira Mueleq girtine, hêzeke mezin a serbazî li derdora wê bicih bûye, herwiha hêza leşkerî ya mezin li navçeya Kerrade belav bûne û bi rêya berbestên konkreti tevhiya riyên ku diçin ser pira Mueleq girtine.

Fermandarê giştî yê hêzên çekdar: Gulleyan bikar neynin

Fermandarê Giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê bikaranîna gulle û gaza rondikan dijî xwepêşanderan qedexe dike.

Dije Terora Iraqê dibêje wan hêz li ser rêya balefirxaneya Bexda belav nekiriye, artêş jî red dike ku piştgrya xwe ji xwepêşanderan re nîşan dabe. 

Li gorî daxuyaniya serokerkaniya Artêşa Iraqê, mohleta tevahiya efserên artêşê hatiye hilweşandin , daxwaz ji wan hatiye kirin ku peywendiyê bi yekîneyên xwe bikin, herweha daxwaz ji yekîneyên Artêşê hatiye kirin ku serbazgeh û kogehên çekan biparêzin. 

Di heman demê de li gorî nameyeke ku ji aliyê Sekreterê Mistefa Kazimî fermandarê giştî yê hêzên çekdar hatiye derxistin, bikaranîna gulleyên rasteqîne, plastîkî û bombeyên rondikan dijî xwepêşanderan qedexe ye , herweha daxwazê dike ku ew hêzên xwepêşanderan diparêzin çekan hilnegrin, bargehên hikûmî biparêzin hewlên çstixbaratî bêne tundkirin bo girtina wan kesên dixwazin aloziyan derxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst