Çarçoveya Hevahengiyê hişyarî da: Li Iraqê zemîna darbeyê tê amadekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çarçoveya Hevahengî ya Şîeyan ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Îranê re tê naskirin, di daxuyaniyekê de ragihand ku pêşhatên dawî yên li Iraqê gihîştine “asta darbeyê” û diyar kir, “guhertina destûr û rejîmê xeta sor e.” Çarçoveya Hevahengiyê herwiha daxwaza diyalogê ji hemû aliyan kir û ji alîgirên xwe jî xwest, ku li navçeya Kesk a Bexdayê dest bi xwepêşandana aştiyane bikin.

Ji ber xwepêşandanên alîgirên Sedr li Bexdayê û kontrolkirina avahiya parlamentoyê ji aliyê wan ve, rewş li Iraqê ber bi aloziyeke zêdetir ve diçe. Duh jî Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sadr daxwaza guhertina rejîm û destûrê kiribû. Sedr di daxuyaniya xwe de xwepêşandanên alîgirên xwe weke şoreşeke nû li Iraqê bi nav kiribû û bang li xelkê Iraqê kiribû, ku tev li xwepêşandanê bibin.

Çend demjimêran piştî daxuyaniya Sedr, Çarçoveya Hevahengiyê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand, pêşhatên dawî yên li Iraqê gihîştine “asta darbeyê” û diyar kir, “guhertina destûr û rejîmê xeta sor e.”

Di daxuyaniyê de Çarçoveya Hevahengiyê diyar kir ku rewşa ber bi darbeya li dijî qanûn, destûr û hilbijartinan ve diçe û tekez kir, rewşa niha derbeyîn xwînbar tînin bîra mirov ku di serdema desthilatên dîktatoriyê de bi ser Iraqê de hatibûn.

Çarçoveya Hevahengiyê daxwaz ji hemû aliyên Iraqî bi taybet jî birayên tevgera Sedr dike ku bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

Çarçoveya Hevahengiyê herwiha daxwazên Sedr weke “daxwazên darbeyê li ser rewatiya destûrê” bi nav dike û dibêje, “ew daxwaz daxwazên darbeyê ne li ser rewa Destûrê ku di çend salên bihorî de gel, lêveger û civaka navdewletî jê razî bûne ku gel bi piraniya dengan pejirandiye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, gelê Iraqê rê nadin zirar bigihe bingehên Destûrê û tekez tê kirin: “Em wek hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê dê bi hemû hêza xwe berevaniyê li mafên welatiyan, rewatiya dewletê û proseya siyasî û destûrê bikin.”

Daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê piştî wê yekê hat, ku Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr şevê din ragihandi ku heta bidawîkirina gendelî, dîktatorî û guhertina radîkal a destûr û sîstema hilbijartinan dê xwepêşandanên alîgirên wî berdewam bin

Li aliyekî din, Çarçoveya Hevahengiyê ji bo piştevanî û parastina saziyên dewletê bang li alîgirên xwe û xelkê Iraqê kir Duşembê li navçeya Kesk a Bexdayê xwepêşandanên aştiyane destpê bikin.