Bexda: Bi hezaran kesan li dijî şewitandina Quranê xwepêşandan kirin

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Selwan Momîka Şewitandina Quranê Bexda Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîgirên Tevgera Sedr ên ku li dijî şewitandina Quranê li Bexdayê xwepêşandanek li dar xistin, banga girtina Balyozxaneya Swêdê û dersînorkirina balyoz kirin.

Bi sedan kesên alîgirê rêberê Tevgera Şîe ya Sedr, Muqteda Sedr roja Şemiyê li Bexda ya Iraqê ji ber şewitandina Quranê li Stockholmê xwepêşandenek kirin.

Bi hezaran kesên ku li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê kom bûn, bertek nîşanî şewitandina Quranê dan û xwepêşandan du rojan berdewam kir.

Polîsan ji bo xwepêşander wek roja Pêncşemê nekevine avahiya Balyozxaneya Swêdê rêya ku diçe wir bi betonan girtin.

Xwepêşandêran ser rengên sembola LGBTê xêz kirin û ser re derbas bûn, her wiha wêneyên Selwan Momîka şewitandin.

Xwepêşanderan daxwaza girtina Balyozxaneya Swêdê û dersînorkirina balyoz kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir ku xwepêşandan bi awayekî aştiyane derbas bûne.

Li Stockholm a paytexta Swêdê Selwan Momîka yê Iraqî di 28ê Hezîranê de li ber mizgefta Stockholmê di bin parastina polîsan de Quran şewitandin.

Şewitandina Quranê di nav civaka navneteweyî de bi taybetî alema Îslamî de rastî bertekan hat.

Rayedarên dewletê û komên cuda yên Iraqê bûyer şermezar kirin û daxuyanî dan.

Piştî banga Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr, roja Pêncşemê grûpekê avêtin ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê û ketine nava avahiyê.

Serokê Lijneya Bilind a Dadweriyê Fayiq Zeydan destnîşan kiribû ku ji bo Iraqî yê ku li Stockholmê Quran şewitandin vegerînin û bê darizandin, dest bi gavên qanûnî hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst