Kazimî daxwaz ji YE dike Iraqê ji lîsteya şûştina pere ya metirsîdar derxîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja Çarşemiyê li Brukselê daxwaz ji Komîsyona Ewropayê kir, xebata ji bo derxistina Iraqê ji lîsteya welatên ku di têkoşîna dijî şûştina pere û fînansekirina terorê de lawaz in, destpê bike.

Serokwezîrê Iraqê ku bi serdanekê ku Ewropayê ye, roja Çarşemê 30ê Hezîrana 2021 li Brukselê bi Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen re civiya.

Ofîsa Ragihandin ya Serokwezîriya Iraqê belav kiriye, ku Mistefa Kazimî di civînê de rola Yekîtiya Ewropa û pabendbûna wê bi yekîtî û serweriya axa Iraqê bilind nirxandiye û tekez kiriye ku çavê wan li Yekîtiya Ewrûpayê ye ji bo avedankirina wan bajarên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin.

Di daxuyaniya Ofîsa Kazimî de tê gotin: “Hewildan têne kirin da ku navê Iraqê ji nav lîsta Komîsyona Ewropî ya welatên xwedan rîska mezin a şûştina dirav derkeve, û em daxwaz dikin ku komîteyek bê avakirin daku hevahengiyê bike ji bo piştgirîkirina hewlên hikûmetê yên di vî warî de, ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê û vegerandin û darizandina fonên qaçax li welatên Ewropî.”

Iraq yek ji 23 welatên cîhanê ye, ku di qanûnên xwe yên dijî şûştina dirav û fînansekirina dijî-terorê de “kêmasiyên wan ên stratejîk hene.”

Li gor daxuyaniyê, Kazimî herwiha di vê hevdîtinê de daxwaz kiriye, welatên di kongireya sala 2018an de sozên pêşkêşkirina alîkariyê dabûne Iraqê, wan sozên xwe pêk bînin.

Kazimî diyar jî kiriye ku ew rijde li ser serxistina hilbijartinên pêşwext li Iraqê ku biryar e di meha cotmeha bê de bêne lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya ji ofîsa Kadhimi, Von der Leyen di civînê de ragihandiye, kaxeza spî ya hikûmeta Iraqê ya derbarê reformên aborî û mekanîzmayên dijî gendeliyê de “pêngavên wêrek” in ji bo reformên ku ji bo Iraqê girîng e ku were pêkanîn.

Hikûmeta Iraqê di Cotmeha sala bihorî de plana xwe ya ji bo reformên berfireh di sektorên neft, elektrîk, çandinî, perwerdeyî û têkoşîna li dijî gendeliyê aşkere kir, lê belê ew plan heta niha nehatiye pêkanîn.

Von der Leyen piştî hevdîtina xwe ya bi Kazim re tweet kir: “Hevkarîya me dê bi xebata ji nû ve avakirinê û reformên aborî ji bo iraqeke aram, serfiraz û demokratîk berdewam bike.”