Dadgeha Federalî: Tevahiya dengan bi dest nayên hejmartin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya dadweriya hilbijartinan li dadgeha federalî, îro Yekşemî biryarek derxist, ku piştevaniya biryara komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan dike, ku derbarê cudakirina dengan bi dest di wan binke û sindoqan de ye, ku sikala li ser hatine tomarkirin.

 

Navenda medyayî ya civata bilind a dadweriyê ragihand" desteya dadweriya hilbijartinan li dadgeha federalî biryarek derxistiye ku têde piştevaniya biryara komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan dike derbarê cudakirina dengdan bi dest û ew prose, tenê li wan navendan tê encamdan, ku sikala li ser wan hatine tomarkirina ,nek tevahiya wêstgehên hilbijartinê li sertaserê Iraqê.

 

Li gorî wê daxuyaniyê, biryara desteya dadweriyê weke wê biryarê ye, ku bi cudakirina dengdan bi dest hatine derxistin.

 

Roja 21 Hezîrana 2018ê, dadgeha federalî biryar li ser sererastkirina yasaya hilbijartinên parlamentoyê da û ragihand, biryara parlamentoyê bo hejmartina dengan bi destî yasayî ye, lê biryara taybet bi hilweşandina encamên dengdana taybet li Herêma kurdistanê û dengên derve û awareyan red kir.

 

Li gorî daxuyaniya komîsyona hilbijartinan, ji roja Sêşemî 03-0-2018 ve cudakirina destî ya dengan ji Kerkûkê ve dest pê dike. Li gorî zanyariyan, ew prose dê li heft parêzgehên Iraqê were encamdan.

 

Aliyên nerazî ji encamên hilbijartinên 12ê Gulana îsal dibêjin, pêwîst e dengên tevahiya sindoq û navendên dengdanê li seranserê Iraqê bi dest werin hejmartin, çimku bi gotina wan di dengdana bi sîstema elektronî de, saxtekariyên mezin çê bûne.

 

Li Herêma Kurdistanê, her çar aliyên Goran, Hevpeymanî, Yekgirtî û Komela Îslamî ji encamên hilbiajrtinan nerazî ne û encamên ragihandî yên ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve red kirine. Her çar aliyên nerazî yên Kurdistanê ragihandine, eger tevahiya dengan bi dest neyên hejmartin, ew dê proseya siyasî ya Iraqê baykot bikin û îtîrafê bi encamên hilbijartinan nakin.

 

Piştî nerazîbûna tund a wan aliyên Kurdistanî û herwiha nerazîbûna çend aliyên siyasî yên Iraqî, parlamentoya Iraqê karî bi amadebûna 173 parlamenteran, yasaya hilbijartinan sererast bike, ku li gorî wê yasayê divê encamên hilbiajrtinên 12ê Gulanê bi dest werin hejmartin.