MÛSIL – Hemû çekdar di 600 metre çargoşe de hatine dorpêçkirin

Mûsil (Rûdaw) – Ne tiropka bilind a Minareya Hedba û ne jî alaya reş a DAIŞê ya li ser mînereyên Mizgefta Nûrî ya rojavayê Mûsilê li ser pê mane. Ev der weke keleha dawîn a DAIŞê ya nav Mûsilê bû. Niha çekdarên DAIŞê di nav 600 metre çargoşe de hatine dorpêçkirin.

 

Serokê DAIŞê yekemîn car di meha Tîrmeha 2014ê de, li Mizgefta Nûrî ya rojavayê Mûsilê xîlafeta xwe ragihand. Destpêk û dawiya vê xîlafetê jî her bi xwîn bû. Şkestina vê xîlafetê jî her li heman cihê ragihandina wê bû.

 

Êvara roja Çarşemê 21-06-2017, çekdarên DAIŞê herdu avahiyên dîrokî, Mizgefta Nûrî û Minereya Hebda teqandin.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî vê yekê ragihand, teqandina Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba, nîşana bidawîbûna desthilata DAIŞê ye.

 

Fermandarê Dezgeha Dije Terora Iraqê Ebdulwehab Sedî ji Rûdawê re ragihand: “Bi hemaheniya Polîsên Federal û Artêşa Iraqê, ev navçe û Mizgefta Nûrî ji hatine paqijkirin. Di van çend rojan de dê tevahiya Mûsila Kevin were kontrolkirin. Niha tenê çend çekdarên biyanî û ereb mane.”   

 

Ji Minareya Hedba, ku 53 metre bû, tenê binkeya wî ya 16 metrî maye. Vê minareyê bi sedan sal bû sî kişandibû ser esmanê Mûsilê. Lê niha ketiye bin siya agir û dûkelê.”

 

Di dema dagirkirina Mûsilê de, 140 taxên bajêr ketin bin kontrola DAIŞê. Lê niha tenê 600 metre çargoşe ya taxa Siriçxane, di destê çekdarên vê rêxistinê de maye.

 

Efserê Dezgeha Dije Terora Iraqê Heyder Fazil dibêje: “Nêzîkî 40 terorîstên DAIŞê hatine destgîrkirin. Hinek wan naxwazin teslîm bibin, hinekan jî xwe kuştin.”

 

Wisa diyar e, ku di van rojan de têkçûnba DAIŞê dê were ragihandin. Lê Mûsilekî wêran û kavil dimîne. Şûnwarên dîrokî yên mîna Nemrûd, Babil, Mizgefta Nebî Yûnis, Nebî Şît, Mizgefta Nûrî, Minareya Hedba û hemû şanaziyên dîrokî û olî, hilweşiyan, êdî careke din mîna berî li ser piyan namînin.