Tirkiyeyê balyozê xwe yê nû yê Îraqê diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê, Anil Bora Înan bû balyozê nû yê Îraqê yê Tirkiyeyê.

Şeva borî bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin, Anil Bora Înan wekî balyozê nû yê Îraqê yê Tirkiyeyê hate destnîşankirin.

Anil Bora Înan berê wekî Alîkarê Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Îraqê yê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê kar dikir.

Lê ji niha û pê ve Înan bi awayê fermî wekî balyozê nû yê Tirkiyeyê yê Bexdayê dest bi kar dike.

Anil Bora Înan divê destpêkê nameya bawerpêkirinê pêşkêşî Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd bike û piştre dest bi erkê xwe yê nû bike.

Anil Bora Înan li şûna Alî Riza Guney bû Balyozê Îraqê ku sê sal in ew post bi rê ve dibir.