Li Iraqê dîsa toz dibare; geştên esmanî hatin betalkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Yekşemê pêleke tozbarînê li paytexta Iraqê Bexdayê dest pê kir û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir. Ji ber tozbarînê mesafeya dîtinê di trafîkê de kêm bû.

Li Bexdayê ji ber tozbarînê gelek kesan metirsiya xeniqînê bi wan re çêbû û bi dehan kes hatin rakirin nexweşxaneyan.

Li Firokexaneya Navneteweyî ya Bexdayê û Necefê ji ber kêmbûna mesafeya dîtinê geştên esmanî hatin rawestandin.

Di hefteyên dawî de li Iraqê gelek caran toz bariya. Gelek kes ji ber hewaya bi toz hatibûn rakirin nexweşxaneyan. Ji ber tozbarînê gelek kesan canê xwe ji dest dabûn.